Goristana Şehîd Sîvdar tê berfirehkirin

Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Keramê ya girêdayî Reqayê Goristana Şehîd Sîvdar ku 86 şehîdên ji şêniyên herêma Keramê tê de ne, berfireh dike.

Goristana Şehîd Sîvdar tê berfirehkirin
Goristana Şehîd Sîvdar tê berfirehkirin
Goristana Şehîd Sîvdar tê berfirehkirin
Goristana Şehîd Sîvdar tê berfirehkirin
17 cotmeh, 2018   09:43

REQA

Piştî salek û nîv ji rizgarkirina herêma Keramê û gundên wê û salek li ser rizgarkirina bajarê Reqayê, jiyan ji nû ve tê avakirin. Li rex xebatên jiyana asayî, şêniyên herêmê ji bo dilsoziya şehîdên ku ji bo rizgariyê canê xwe feda kiriye jî, xebatan dimeşînin.

Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Keramê Ibtîsam El-Ehmed wiha got: "Şêniyên herêmê beşdarî rizgarkirina herêmên xwe ji çeteyan bûn û canê xwe ji bo azadiyê dan.”

Ibtîsam wiha bi dawî kir: "Em niha Goristana Şehîd Sîvdar berfireh dikin û dixemilînin, di goristanê de 86 şehîdên ji herêma Keramê û gundên wê hene, me goristaneke mezintir li herêmê amade kiriye û tê payîn ku beriya zivistanê amade be."

(jo)

ANHA