Komîteya Aborî ya Eyn Îsa: Me debara herêmê ji hilberîna wê peyda kir

Komîteya Aborî ya Meclisa Eyn Îsayê debara navçeyê ji arvan û hilberîna genim ji berhemên navçeyê peyda kir. Her wiha piştgiriya beşa sewalkariyê kir û heta niha tenê bi qasî ji sedî 10 ji embarên genim mezaxtiye.

Komîteya Aborî ya Eyn Îsa: Me debara herêmê ji hilberîna wê peyda kir
Komîteya Aborî ya Eyn Îsa: Me debara herêmê ji hilberîna wê peyda kir
Komîteya Aborî ya Eyn Îsa: Me debara herêmê ji hilberîna wê peyda kir
Komîteya Aborî ya Eyn Îsa: Me debara herêmê ji hilberîna wê peyda kir
17 cotmeh, 2018   09:42

MIHEMED EL-EHMED - TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Komîteya Aborî ya neclisa navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî mewsima genim ji cotkarên gundewarên navçeyê di destpêka meha Hezîrana îsal de bi nirxên baş gihaştin 175 Llîreyên Sûriyeyê, ji her kîloyekê re wergirt.

Komîteyê 30 hezar ton genim ku wergertiye, di 3 embaran de Eyn Îsa, El-Çelebiye û El-Dehlîz dagirt.

Miqdarên ku hatine depokirin ji aliyê pisporan ve bi madeya El-Foksîd hatin paqijkirin da ku di embaran de telef nebin.

Aşên girêdayî kantona Girê Spî dexl ji embaran dibin, dihêrin, dikin arvan û li firinên navçeyê û bajarokên girêdayî wê belav dikin. Ew jî pêkhatina debara navçeyê xwe bi xwe ji arvanê tekez dike.

Piştî bidawîbûna bêjinkkirinê miqdarên dexl ên nayên bikaranîn, wek êmê sewalan tê bikaranîn û di nav şêniyan de bi navê nixalê tê naskirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya navçeya Eyn Îsayê Mihemed Ednan wiha got: "Komîteyê ji ber du armancan mewsima genim a zivistanê ji cotkaran wergirt. A yekemîn ji bo rê li ber keysbaziya bazirganan bigire û ya duyemîn pêkanîna debara navçeyê ji arvan."

Ednan diyar kir ku genim bi çavdêriya pisporan hate pakirin da ku ji nexweşî û rewşên hawayê biparêzin.

Aşa El-Sexrat a girêdayî kantona Girê Spî 3 hezar ton ji embarên Eyn Îsayê wergirtiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda El-Dehlîz ya girêdayî kantona Girê Spî û El-Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê ji hilberîna genim a cotkarên gundewarên navçeya Eyn Îsayê hatiye dagirtin, piştî ku embarên Eyna Îsayê bi temamî tijî bûne.

(şx)

ANHA