'Fikrên Ocalan sînorên girtîgehê derbas kirine'

Parêzer û çalakvanê hiqûqî Mihemed Cemîl got dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîdê li ser Ocalan hewl dide gelên bindest ji fikrên wî dûr bixe û wiha got: "Fikrên Ocalan sînorên girtîgehê û dem û cih derbas kirine."

'Fikrên Ocalan sînorên girtîgehê derbas kirine'
17 cotmeh, 2018   09:09

ARŞÎN NECAR - BASIL REŞÎD / HELEB

Ji zêdetirî 2 salan ve hikumeta AKP'ê bi gelek hincetan destûr nade parêzer û malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinan bikin. A herî dawîn jî Dozgeriya Giştî ya Bursayê li Tirkiyeyê hevdîtinên girtiyên li girtîgeha Îmraliyê bi parêzerên xwe re heta 6 mehan qedexe kiriye.

Têkildarî mijarê di hevpeyvînekê de parêzer û çalakvanê hiqûqî Mihemed Cemîl ji ajansa me re axivî. Di destpêka axaftina xwe de Mihemed destnîşan kir ku fikrên Ocalan ji gelên bindest re çareserî ne û wiha got: "Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo hemû gelên bindest ku gelek êş û azar ji zilm û zordariyê kişandine, çareseriyeke.” 

Mihemed wiha domand: "Kesayeta Ocalan kesayeteke şoreşger û azadîxwaz e. Nûnertiya wijdana mirovahiyê ya ku hatiye çewisandin dike.”

Parêzer Mihemed Cemîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hewldanên xwe dixwaze gel ji fikrên Ocalan, dûr bixe.

Di berdewama gotinên xwe de Mihemed wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û mercên dijwar ên girtîgehê û dîwarên zindanê, li ber berdewamkirina rola xwe ya dîrokî nekir asteng. Ji ber ku ew kesayetekî dîrokî ye û karî sînorên zindana tarî û sînorên dem û cih derbas bike."

Tecrîdkirin li dijî qanûnên navdewletî û mirovî ye

Parêzer û çalakvanê hiqûqî Mihemed Cemîl di gotinên xwe de destnîşan kir ku mercên girtina Ocalan û ferzkirina tecrîdkirinê li dijî qanûnên navdewletî û mirovî û hemû peymanên hiqûqî ye ev nirxand kir:"Dewleta Tirk Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê mohr kiriye, ji ber wê divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan bi cih bîne."

Mihemed Cemîl di axaftina xwe de civaka navdewletî û mirovî muxetab girt û wiha got: "Bêdengiya we, tê wateya berdewamkirina tecrîdkirinê û qutkirina dengê gelê azadîxwaz."

Di dawiyê de Mihemed Cemîl bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî û mirovî kir ku destwerdana xwe bikin û Ocalan serbest berdin.

(şx)

ANHA