Piştî salekê ji tarîtiyê jinên Reqayê-3

Jinên bajarê Reqayê piştî salekê ji rizgarkirina bajêr, gavên girîng ber bi xwebirêxistinkirin û xwebirêvebirinê ve avêtin û tarîtiya çend salan a çeteyên DAIŞ'ê ji ser xwe avêt.

Piştî salekê ji tarîtiyê jinên Reqayê-3
17 cotmeh, 2018   04:20

REQA

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Reqayê dagir kir, rola jinan bi temamî pûç kirin û qanûnên xwe ku tu girêdana wan bi destûr an şerîetekê re tune ne, li jinan ferz kirin. Êdî jin tenê wek amûreke cinsî ji aliyê wan ve dihat bikaranîn û di hemû aliyên jiyanê de hatibû pûçkirin. Her wiha ji bo îradeya jinan were şikandin, zewaca cîhadê li ser wan ferz kirin û di bin navê şerîetê de li bazaran dihatin firotin. Her wiha bi sedan jinên Reqayê li pêşiya xizm û welatiyan di bin hincetên cuda de bi kevirkirinê hatin kuştin, ji ber ku li gorî daxwaza çeteyan tev nedigeriyan.

Di encama destdirêjiyên derexlaqî li dijî jinên bajarê Reqayê de û piştî ku bajar di 20'ê Cotmeha 2017'an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û bi pêşengtiya Yekîneyên Parastina Jin hate rizgarkirin, jinan di gelek aliyan de gavên mezin û girîng avêtin. Di vê dosyeyê de em ê hewl bidin aliyên ku jinan karibûn xwe tê de birêxistin bikin û têkoşîna wan li hemberî zîhniyeta baviksalar ku bi pê hatibûn dorpêçkirin û xebatên wan ên xwebirêvebirinê vebêjin.

Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de rewşa jinan

Sîstema netewedewletê ya baviksalar ku desthilatdariya wê bi salan di Sûriyeyê de dirêj kir, hişt ku rola jinan û bi taybet jinên bajarê Reqayê were pûçkirin. Ev trajedî piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê di Çileya 2014'an de zêde bû û tarîtî li ser jinan hate ferzkirin. Çeteyan jin kêm didîtin û qedexe kirin ku jin bêyî bav, bira û hevser ji malê derkevin. Çeteyan her wiha bi hinceta şerîetê cil û bergên reş li jinan ferz kirin, rêgezên îslamî ku bi aştî û wekheviya hemû pêkhateyan tên nasîn, tê de tune bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê 4 salan bajarê Reqa dagir kirin û destdirêjiyên derexlaqî der heqê jinan de pêk anîn, nemze ji ber ku girîngiya rola jinan di civakê de baş nas dikirin û ji ber vê yekê jin armanc girtin da ku karibin civakê bi temamî têk bibin. Çeteyan her wiha jin di bazaran de difirotin û çerxerêya El-Nehîm ji welatiyan jê re digot “Çerxerêya Dojehê” wek bazara jinan veqetandibûn. Çeteyan her wiha jin wek diyarî pêşkêşî emîn û serçeteyan dikirin.

Piştî rizgariyê... jinên Reqayê azad bûn û tarîtî ji ser xwe avêtin

Pêngava Xezeba Firatê ku di 6'ê Hezîrana 2017'an de dest pê kiriye, di gelek qonaxan de berdewam kir û li ser tolhildana jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, hate destpêkirin. Di encama pêngavê de Reqa bi temamî ji destê çeteyan hate rizgarkirin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di pêngavê de bi rola pêşeng rabûn. YPJ ji bo rizgarkirina jinên Reqayê ji zilma DAIŞ'ê bi fedakarî tev geriya û gelek cangorî pêşkêş kirin.

Jinên Reqayê piştî ku bajarê wan hate rizgarkirin, bi hêrs li hemberî rûyê tarî yê çar salên dagirkeriyê derketin û dest bi xebatên xwebirêxistinkirinê kir. Di vê çarçoveyê de jinan cihê xwe di hemû aliyên jiyana civakî, siyasî û leşkerî de girt.

Rêveberiya Jinan a Reqayê sîwana bingehîn a hemû jinên Reqayê ye

Beriya ku Reqa rizgar bibe, pêkhateyên bajêr Meclisa Sivîl a Reqayê ava kir. Meclisa Sivîl hemû komîn û meclisên bajêr digire nava xwe. Koordîneya di navbera komîn û meclisên taybet bi jinan û Meclisa Sivîl a Reqayê de bi riya Komîteya Jin a Meclisê pêk dihat. Piştre di encama xebatên zêde yên jinan de Meclisa Jinan a Reqayê hate damezirandin û di vê dema dawî de veguherî Rêveberiya Jinan a Reqayê û niha wek sîwana bingehîn a hemû jinên Reqayê ye.

Rêveberiya Jinan a Reqayê gavên balkêş û cidî avêtin û gelek komîteyên sereke di hundirê rêveberiyê de ava kirin: Komîteya Lihevanînê, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Aborî û her komîteyek çavdêriya komîteyên girêdayî komîn û meclisên taybet bi jinan ên bajarê Reqa û gundewarên wê dike.

Rêveberiya Jinan a Reqayê her wiha çavdêriya hemû çalakiyên jinan di hemû aliyên civakî, siyasî û leşkerî de yên li bajarê Reqayê dike. Di hemû saziyên bajêr de komîteyeke jinan hatiye avakirin û koordîneyê di navbera wan û Rêveberiya Jinan a Reqayê de dike.

Di salekê de hezar û 150 dozên jinan çareser kirin

Rêveberiya Jinan a Reqayê dest bi avakirina meclis û saziyên taybet bi jinan kir. Niha hejmara meclisên jinan li Reqayê 12 meclis û 3 saziyên jinan in û koordîne di navbera van meclis, sazî û Rêveberiya Jinan a Reqayê de tê meşandin.

Van meclis û saziyan jî gelek komîteyên xwe yên wekî aborî, lihevhatin û perwerdeyê ava kirin û her komîteyeke ji wan çavdêriya çalakiyên girêdayî wê dike.

Jinên Reqayê di encama zilma ku di salên borî de li ser wan hatiye meşandin, meclis û saziyên jinan spartgeha bingehîn ji wan re ne. Jin ji bo doz û pirsgirêkên xwe çareser bikin berê xwe didin van meclisan. Van meclisan jî di salekê de hezar û 150 dozên taybet bi jinan bêyî ku li dadgehan vegerin, çareser kirin.

Li gorî berpirsyara hemû sazî û meclisên jinan ên bajarê Reqayê Nesîbe El-Elêwî hemû astengiyên rastî xebatên wan tên hemû girêdayî zîhniyeta baviksalar û paşverûtiya civakî ye ku çeteyên DAIŞ'ê li ser welatiyan ferz kiribûn. Nesîbe got ku ew bi riya pêşxistina hişmendî û perwerdekirina welatiyan di jiyaneke wekhev û jiyana hevbeş de van astengiyan derbas dikin.

Yekemîn akademiya jinan li Reqayê

Çeteyên DAIŞ'ê di serdema dagirkeriya xwe de deriyên hemû dibistanan girtin û veguhertin navendên terorê da ku civakê û bi taybet jinan ji perwerdeyê dûr bixin ji bo karibin serweriya xwe bi rêbazên îşkenceya canî û derûnî ferz bikin. Ji ber vê yekê Rêveberiya Jinan a Reqayê di meha Sibata sala borî de yekemîn akademiya jinan li Reqayê vekir. Hejmarekî zêde ji jinan berê xwe da vê akademiyê û tê de hatin perwerdekirin.

Akademiyê heta niha 5 dewreyên xwe ku her dewreyek ji wan bêtirî 40 jin beşdar dibûn, bi dawî kirin. Beşdarên van dewreyan waneyên girêdayî dîroka jinan û jiyana hevbeş wergirtin.

Armanca akademiyê jî pêşxistina hişmendiya jinan û rizgarkirina wan ji zîhniyeta baviksalar e, da ku jin karibe bi rola xwe ya bingehîn di hemû aliyên jiyanê de rabe û beşdarî avakirin û pêşxistina civaka xwe bibe.

Ji bo alîkariya bi dayikan re jî akademî niha baxçeyeke zarokan vedike, da ku dayik jî karibin beşdarî van perwerdeyên akademiyê bibin.

Ji bo pêkanîna sîstema xwetêr

kirinê, komîteya aborî yek ji komîteyên herî girîng e

Ji destpêka mirovahiyê ve, di serî de jinan çandinî pêk anî û piştre jî pîşekarî û sîstema xwetêrkirinê ji civakên xwe re pêk dianîn. Piştî ku sîstema desthilatdariya civakan derket rola jinan hate pûçkirin û xebatên pîşekarî, çandinî û aborî de mêr di ser jinan re dihatin dîtin. Lê îradeya jinên Reqayê berovajî vê yekê îspat kir û karibûn gelek projeyên xwe yên aborî pêk bînin û sîstema xwetêrkirinê ya taybet bi jinan pêk bînin. Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo aktîfkirina rola jinên kedkar di civakê de û alîkariya wê ya madî û manewî di aliyê aborî de û ji bo sîstema xwetêrkirinê pêk were, Komîteya Aborî ava kir.

Komîteya Aborî jî ji aliyê xwe ve gelek projeyên taybet bi jinan aktîf kirin, wekî Projeya Tevnê ya li taxa El-Rimêla û kargeha dirûtinê ya li taxa El-Meşleb û jinan di karên dirûtinê de perwerde dike da ku karibin projeyên xwe yên taybet vekin. Komîte niha ji bo pêkanîna gelek projeyên din û perwerdekirina jinan di nava xebatan de ye.

Jin di Meclisa Sivîl a Reqayê de pêşeng in

Bi damezirandina Meclisa Sivîl a Reqayê re beriya rizgarkirina bajêr ku wek sîwana bingehîn a hemû meclis, komîn û saziyên bajêr tê dîtin, Komîteya Jinan a di meclisê de hate avakirin û girêdanê di navbera Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Jinan a Reqayê de pêk tîne.

Rêjeya jinan di nava Meclisa Sivîl a Reqayê de nêzî ji  sedî 50 ye ango di heman rêjeya beşdarbûna mêran de ye. Komîteya Jinan a Meclisê ji dema hatiye damezirandin ve çavdêriya jinan di kampên koçberiyê de dike.

Piştî ku bajar hate rizgarkirin, Komîteya Jinan jinên bajêr bi rêxistin kirin û di avakirina meclis û komînên bajêr û gundewaran de pêşengiya xwe kir.

Piştî rizgarkirinê, jinên Reqayê ji paşguhkirinê gihaştin rêveberiyê

Wekî li jor hatiye gotin, pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê bi pêşengiya YPJ'ê pêk hat û bi armanca tolhildana jinên Êzidî hate destpêkirin, da ku jinên Reqayê ji zilma DAIŞ'ê werin rizgarkirin û tarîtiya li ser wan were avêtin. Li ser vê bingehê jinên Reqayê dest bi têkoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalariyê kirin û beşdarî hemû xebatên civakî, leşkerî û siyasî bûn. Di vê çarçoveyê de bi dehan jinên Reqayê cihê xwe di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de girt.

Şervanên jin ên QSD'ê her wiha xwe di nava focên taybet ên jinan ên girêdayî QSD'ê de bi rêxistin kirin. Di bajarê Reqayê de buroyên leşkerî yên taybet bi jinan hatin avakirin da ku şervanên jin bi rêxistin bike û çavdêriya karûbarên wan bike.

Fermandara QSD'ê Zinarîn Qamişlo piştrast kir ku armanca wan a pêngava Xezeba Firatê bi ser ketiye û jinan tarîtiya ku li ser wan hatiye ferzkirin ji ser xwe avêtin.

Jinan cihê xwe di nava Hêzên Ewlehiya Hundirîn de jî girt

Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin, QSD'ê peywira parastina hundirîn radestî Hêzên Ewlehiya Hundirîn kir. Ev hêz jî êdî bi saya xebatên jinan ku ji destpêka damezirandina wê ve cihê xwe tê de girtiye, li hemberî hewldanên ku aramiya bajêr û ewlehiya wê armanc dikin, veguherî mertal û kelehê.

Bi dehan jinên bajarê Reqayê beşdarî nava Hêzên Ewlehiya Hundirîn bûn. Jinan di nava Hêzên Ewlehiyê de jî xwe bi rêxistin kir û beşdarî hemû kar û xebatên vê hêzê dibin.

‘Piştî bajarê me hate rizgarkirin, em di nava aramiyê de dijîn’

Dema ku mirov di nava rê û kolanên bajêr re digere, diyar dibe ku jinên bajarê Reqayê tarîtî ji ser xwe avêtine û bi cil û bergên xwe yên rengîn di nava bazaran de tev digerin û rastiya çanda xwe vedibêjin.

Gelek jinên Reqayê ji ajansa me ANHA'yê re axivîn û diyar kir ku ferq û cudahî di navbera niha û serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de gelekî mezin e û êdî ew azad dijîn û beşdarî avakirin û pêşxistina civaka xwe dibin.

Jinan da zanîn ku hêza wan di parastina rewa de ye û êdî ew di nava hêzên leşkerî de cihê xwe digirin û xwe di nava komîn û meclisên taybet bi jinan de jî bi rêxistin kirine.

Ji ber vê yekê piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û avakirina sîwana bingehîn a hemû jinan li Reqayê, êdî jin dikarin karûbarên xwe bi xwe bimeşînin û rêveberiya xwe bi xwe di hemû aliyan de bike. Her wiha projeyên xwe yên aborî yên taybet dest pê bike û civaka xwe bi rê ve bibe.

ANHA