Li Reqayê bombeyek û 4 mayîn hatin bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a  Reqayê li taxa Sînayê bombeyek û li gundewarên Reqayê 4 mayîn bê bandor kirin.

Li Reqayê bombeyek û 4 mayîn hatin bêbandorkirin
Li Reqayê bombeyek û 4 mayîn hatin bêbandorkirin
Li Reqayê bombeyek û 4 mayîn hatin bêbandorkirin
16 cotmeh, 2018   18:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê diyar kir ku hêzên wan îro sêşemê 16‘ê Cotmehê bombeyeke li taxa Sînaa ya rojhilatê bajarê Reqayê di erebeyeke sivîlan de hatibû bi cihkirin bê bandor kir.

Berpirsê ekîpa bêbandorkirina teqemeniyan a girêdayê Hêzên Ewlekahiya Hindirîn diyar kir ku bombe di erebeyeke Van de hatibû bicih kirin û beriya ku biteqe ji aliyê ekîpê ve hate bê bandorkirin.

Li aliyekî din jî ekîpê 3 mayîn ku li gundên Hinêdiyê ya bajaroka Mensûra di bermîleke vala de hatibû bi cihkirin û mayîneke din li zeviyên çandiniyê yê herêma Sehlebiyê yê girêdayî Tebqayê  bê bandor kirin.

ANHA