ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.10.2018
17 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewreya pewerdeyê Hêzên Asayîşê ya bi navê "Şehîd Fula" bi dawî dibe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil diyar kir ku mafê wan ê xwezayî ye ewlehiya bajarê Minbicê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer û çalakvanê hiqûqî Mihemed Cemîl got, dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîdkirinê li dijî Ocalan hewl dide gelên bindest ji fikrên Ocalan dûr bixe û wiha got: "Fikrên Ocalan sînorên girtîgehê û dem û cih derbas kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bajarokê Çilaxa di pêvajoya avabûyîne ji aliyê 40 axayan ve hate bi rêveberin, di serdema rêjîma Baas‘ê de bû qurbaniya kembera erebî, bi pêvajoya şoreşa Rojava re resenbûyîna xwe kurdî vedigerîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Jinên bajarê Reqayê piştî salekê ji rizgarkirina bajêr, gavên girîng ber bi xwebirêxistinkirin û xwebirêvebirinê ve avêtin û tarîtiya çend salan a çeteyên DAIŞ'ê ji ser xwe avêt.

-POLÎTÎKA

- Rêveberê Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Lewend Mîrko got: "Berbijêra leşkerî dê encamên xirab bi xwe re bîne, çareseriya siyasî misogeriya pêşeroja Sûriyeyê ye, nabe hêzên derve xwe li ser me ferz bike. "

HEVPEYVÎN

- Bedran Çiya Kurd destnîşan kir, Tirkiyê bi tîfaqa Idlibê komên terorîst diparêze û temenê aloziya Sûriya kûtir bike, gefxwarinên El-Mûelim jî ji yên Erdogan ne dûr in. Bedran Çiya Kurd teqez kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi tinekirina dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê û vegera li danûstandinên niştimanî pêkan e.

JIN

-Jinên Efrînê  wexteke dirêj di nava zeviyên zeytûnan de derbas kirin û kedeke mezin dane da ku zevî berhemdar bibe, lê piştî dagirkirinê gelek dar hatin qutkirin û şewitandin û keda jinan hate xwarin.

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çan û Hunerê ya bajarê Hesekê bi dirûşmeya " Bi rihê berxwedana hunerî em piştgiriya Efrînê û Şehbayê dikin" şevbuhêrkeke hunerî li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 16:00.

-Navenda Şopdarên Rojê pêşangeha xwe ya dawî li herêma Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî ya Serêkaniyê vedike, saet 09:00.

-Bi sponseriya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê, hunermendên kantonê bi şahiyekê piştgiriyê didin Berxwedana Serdemê, şahî li parka 19‘ê Tîrmehê ya rojavayê bajarê Kobanê tê lidarxistin, saet 17:00.

CIVAK Û JIYAN

- Stasyona bendava El-Sefyan, ava vexwarinê ji bajarên Kantona Qamişloyê re peyda dike. Bendav yek ji girîngtirîn bendavên Dêrikê ye û hêza wê ya embarkirinê derdora 49 milyon metre sê goşe ye.

- Komîteya Aborî ya Meclisa navçeya Eyn Îsayê debara navçeyê ji arvanê hilberîna genim peyda kir. Her wiha piştgiriya beşa sewalkariyê kir û heta niha tenê bi qasî ji sedî 10 ji embarên genim mezaxt kiriye.

- Komîteya Sotemeniyê 41 hezar û 884 lître mazot li şêniyên bajarê Minbicê belav kir û xebatên belavkirinê hê jî berdewam in.

- Cara yekem e ku li Sûriyê kargeha semada xwezayî li herêma Cizîrê ya Rojava hat vekirin. Rêveberê kargehê Ferhad Simêla diyar kir ku armanca wan ew e gel dest ji bikaranîna semada kimyewî berde, ji ber ku zirarê dide erdê û feydeya wê tenê mewsîmek e.

- Xwediyên kargehên guvaştina zeytonan ên Herêma Firatê ragihandin ku ew amade ne hilberîna zeytûnê pêşwazî bikin.

ANHA