Trump daxistina cezayên li ser Tirkiyeyê red kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku derfeta kêmkirina cezayên li ser Tirkiyeyê ji ber serbestberdana keşe Andrew Brunson tune ye.

Trump daxistina cezayên li ser Tirkiyeyê red kir
16 cotmeh, 2018   10:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji dezgehên çapemeniyê re li parka Koçka Spî beriya ku biçe Florîdayê axivî û wiha got: "Ev ne beşek ji girêdestê ye. Me bi Tirkiyeyê re li hev nekiriye û em tu hevpeymanan bi wê re der barê girtiyan de pêk naynin."

Dadgeha Tirkiyeyê roja Înê ya borî keşeyê amerîkî Andrew Brunson serbest berda û piştre Brunson berê xwe da Koçka Spî û bi Trump re civiya.

Ji ber girtina Brunson li Tirkiyeyê têkiliyên Amerîkayê bi Tirkiyeyê re gelekî xirab bûn û Amerîkayê gelek ceza li ser Tirkiyeyê ferz kirin û di encamê de nirxê lîreya Tirkiyeyê jî daket û aloziyeke aborî li Tirkiyeyê rû da. Trump gelek caran ji Tirkiyeyê xwest Brunson serbest berde û gefa cezakirinên zêdetir li Tirkiyeyê xwar.

Koçka Spî diyar kir ku Amerîka serbestberdana Brunson silav dike û bang li Tirkiyeyê dike ku hemû hemwelatiyên Amerîkayê yên li Tirkiyeyê hatine girtin, serbest berde.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji bo ku hikumeta Tirkiyeyê hemwelatiyên Amerîkayê serbest berde, hêviyên xwe anîn ziman.