‘Li Efrînê 4 çeteyên Ehrar El-Şerqiyê hatin kuştin’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku di encama çalakiya şervanên YPG`ê li Efrînê 4 çeteyên Ehrar El-Şerqiyê hatin kuştin.

‘Li Efrînê 4 çeteyên Ehrar El-Şerqiyê hatin kuştin’
16 cotmeh, 2018   10:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihandin ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hêzên wan li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihadina YPG`ê dateyên çalakî wiha ne:

- 15’ê Cotmehê, yekîneyek me li gundê Xezawiyê ya navçeya Şêrawa li dijî erebeyeke leşkerî ya çeteyên Ehrar El-Şerqiyê çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de, erebe  bi temamî hat teqandin û çeteyên bi navê Samir El-Faris (Heleb), Ata Xalid El-Qasim (Idlib), Welîd Adil El-Cedu (Hums), Yehya El-Helebî (Heleb) hatin kuştin. Her wiha du çete jî birîndar bûn.

(kc)