HPG’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker li Çelê çalakî lidar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li dijî leşkerên li girekê yê Çelê bi cih bibûn çalakiyek kirin.

HPG’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker li Çelê çalakî lidar xistin
16 cotmeh, 2018   11:29

NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê ragihand ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê gerîlayan çalakiyek kirine, artêşa Tirk bi yekîneyên veşartî ve li Elkê dest bi operasyonekê kirine û êrîşên hewayî yên li dijî hermên gerîla jî dewam dikin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

 “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 15’ê Cotmehê saet 16:00’an li dijî Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de li çeper û kozikên leşkerên li gir hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi obus, hewanan qad bombe kiriye. Di bomberdûmanê de agir bi daristanê ketiye.

11’ê Cotmehê saet 11:30’î artêşa Tirk a dagirker li deverên Çelê Reş, Firat Beyas û Tirşînê yên Herêma Faraşîn a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kirine. Operasyon hê dewam dike û yekîneyên veşartî li hermê kemînan davêjin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastina Medyayê êrîşên hewayî kirin. Di vê êrîşê de tu gerîlayên me ne şehîd û ne jî birîndar bûne.

15’ê Cotmehê saet 14:30’î balafirên şer devera Sîdekan a Herêma Zapê bombe kirine.

16’ê Cotmehê (îro) derdorî 03:00’an artêşa Tirk zozanên Faraşîn ên herêma Faraşîn saet 09:20’an devera Mervason a girêdayî Herêma Avaşîn, devera Gundê Fileha û Şikefta Birîndaran a Herêma Zapê bombe kiriye. Di van êrîşên bombeyî de tu gerîlayên me ne şehîd û ne jî birîndar bûne.”