'Keça Qeredaxê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da'

Şêniyên bajarê Qamişlo dema ku serdana konê sersaxiyê ya ji bo şehîd Berfîn Amed hatiye vegirtin kirin, dane zanîn ku keça çiyayê Qeredaxê li eniyên berxwedanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû.

'Keça Qeredaxê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da'
'Keça Qeredaxê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da'
'Keça Qeredaxê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da'
'Keça Qeredaxê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da'
'Keça Qeredaxê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da'
16 cotmeh, 2018   10:36

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo ji hemû pêkhateyan îro berê xwe dan konê sersaxiya malbata şehîd Berfîn Amed ku 12'ê Cotmehê di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bûye. Şêniyan durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re qîriyan û dayîkan tilîliyên xwe bilind kirin.

Piştî ku welatî gihîştin konê sersaxiyê ku li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hatiye vegirtin. Li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de Endama Meclîsa Taxa Xerbî ya Qamişlo Şehnaz Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd Berfîn Amed re xwest û piştrast kir ku heta armancên şehîdan pêk tên dê xeta şehîdan bişopînin.

Şehnaz Mihemed di axaftina xwe de wiha got: "Em ti carî nikarin wesfa lehengiya şehîdan bidin ku canê xwe fedayî azadiya gelên herêmê kirine. Em deyndarên şehîdan e. ji bo dilsoziya bi şehîdan re divê em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin û xebatên xwe bi şev û roj bidomînin."

Şehnaz Mihemed da zanîn ku şehîd Berfîn Amed keça çiyayê Qeredaxê ye û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li eniyên berxwedanê yên Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe daye û şehîd bûye.

Şehnaz Mihemed bang li hemû aliyên kurdî  û pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtina xwe xurttir bikin û divê hemû asta têkoşîna xwe li hemberî dagirkeran bilindtir bikin.

Li ser navê Desteya Erka Xweparastinê Endamê Destyê Ridwan Îbrahîm axivî û wiha got: "Welatê me pîroz e û ji ber vê yekê ciwanan bi fedekarî xwîna xwe fedayî rizgarkirina welat kirine. Ji bo rizgarkirina Efrînê jî çi ji me were xwestin em amade ne."

ANHA