Awustralya dê sefareta xwe ya li Îsraîlê veguhêze Qudsê

Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison veguhestina sefareta welatê xwe ji Tilebîbê ber bi Qudsê ve lêkolîn dike.

Awustralya dê sefareta xwe ya li Îsraîlê veguhêze Qudsê
16 cotmeh, 2018   09:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison di civîneke çapemeniyê de ragihand ku welatê wî veguhestina sefareta xwe ya li Îsraîlê ji Tilebîbê  ber bi Qudisê ve lêkolîn dike. Morrison got  ew li hemberî pêşniyarên naskirina Qudsê wek paytexta Îsraîlê û veguhestina sefareta welatê xwe ber bi Qudsê ve vekirî ne.

Serokê hikumeta Îsraîlê Binyamîn Natanyaho jî veguhestina sefaretê bi Morrison re gotûbêj kiriye û li ser rûpela xwe ya Twitterê wiha got: "Ji me re gotin ku ew ê fermî Qudsê wek paytexta Îsraîlê nas bikin û dê sefareta xwe veguhêzin Qudsê."

Serokê Amerîkayê di 6'ê Çileya îsal de Qudsê wek paytexta Îsraîlê nas kir û hemû hişyariyên aliyan paşguh kirin.