Şandeya Rûsî bi Mihemed bin Selman re civiya

Wezareta Karên Derve ya Rûsyê diyar kir ku şandeyeke payebilind ji Wezareta Karên Derve û ya Parastinê bi weliyê ehid ê Siûdiyê Mihemed bin Selman re aloziya Sûriyê nîqaş kir.

Şandeya Rûsî bi Mihemed bin Selman re civiya
16 cotmeh, 2018   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê diyar kir ku şandeyê 14 – 15`ê Cotmehê serdana Erebistana Siûdî kiriye.

Her wiha rojnamevanên bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Michael Pompeo re ne diyar kir ku piştî civîna xwe bi qral Selman re bi dawî bike, Pompeo dê bi weliyê ehid Mihemed bîn Selman re xwarina şîvê bixwe.

(bx)