Festîvala Şehîd Hogir îsal li Kobanê ye

Yekitiya Ciwanên Rojava amadekariya 4`mîn Festîvala Çand û Hunerê ya Dîcle-Firat a Şehîd Hogir li bajarê Kobanê dikin.

Festîvala Şehîd Hogir îsal li Kobanê ye
16 cotmeh, 2018   09:38

KOBANÊ

Amedekariyê Festîvala Şehîd Hogir ku 3 salan li Qamişloyê hat lidarxistin, îsal amedekariyên wê li Kobanê ji aliyê ciwanan ve tên kirin.

Festîval bi tevlêbûna gelên herêma Firat û Minbicê, 20’ê Cotmehê li bajarê Kobanê li Qada Şehîd Egîd ku li navenda bajarê Kobanê dikeve, wê were lidarxistin.

Endamê YCR`ê Ehmed Derwîş diyar kir ku tiştê balkêş di vê festîvalê de ew e ku her gel bi çand û kevneşopiyên xwe tev lê dibe.

Li herêmên Firat û Minbicê neteweyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen û Çerkez hene.

Her wiha piştî festîvala Kobanê, li bajarê Reqayê 25`ê Cotmehê, li Qamişlo di 30`ê Cotmehê û û li Hesekê jî 05`ê Mijdarê wê berdewam dike.

Yek ji rêveberiya Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Hisên Mislim Cerade (Hogir Kobanê) 27`ê Tîrmeha 2013 li  navçeya Til Hemîs şehîd bûbû.

ANHA