Di dîroka Cizîrê de cara yekemîn ku asta hilbirîna pembo kêm dibe

Ji ber belavbûna nexweşiyê di nav hilberîna pembo ya herêma Cizîrê de gelek xisarên mezin rû dan. Kargeha pembo ya Hesekê nêzî 3 hezar ton pembo pêşwazî kiriye û ew jî hilberîna herî kêm di dîroka herêmê de tê hesibandin.

Di dîroka Cizîrê de cara yekemîn ku asta hilbirîna pembo kêm dibe
Di dîroka Cizîrê de cara yekemîn ku asta hilbirîna pembo kêm dibe
Di dîroka Cizîrê de cara yekemîn ku asta hilbirîna pembo kêm dibe
Di dîroka Cizîrê de cara yekemîn ku asta hilbirîna pembo kêm dibe
Di dîroka Cizîrê de cara yekemîn ku asta hilbirîna pembo kêm dibe
16 cotmeh, 2018   09:12

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Pembo ji berhemên sereke ye ku cotkarên herêma Cizîrê debara xwe pê peyda dikin. Lê hilberîn ji destpêka aloziya Sûriyê ve gelekî paşde çûye.

Tevî gelek hewldanên cotkaran û reşandina dermanên ku Desteya Çandiniyê ji wan re pêşkêş kirine, lê ji ber belavbûna nexweşiyê di nav hilberînê de gelek ziyan çêbûn. Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Elî Mihemed wiha axivî: "Ji ber belavbûna nexwşiyan di nav hilberîna pembo de, gelek xisar bi cotkaran bûn, heta ku nekarîn lêçûnên xwe derxin. Piraniya hilberînan ji ber reşandina dermanan êdî wekî çêregeh jî nayên bikaranîn."

Mihemed destnîşan kir ku tişta balkêş, tevî ku derman li hilberînê reşandine lê dîsa jî nexweşî bi awayekî mezin belav bûye.

Kargeha pembo ya kantona Hesekê di 25'ê Îlonê de dest bi pêşwazîkirina hilberînê kir. Lê ji ber kêmaniya asta hilberînê kargehê yekser bêyî ku pembo vepincire, firot.

Têkildarî mijarê endama rêveber a kargeha pembo Nesrîn Hisno wiha got: "Heta niha me zêdetirî 3 hezar ton pembo pêşwazî kir û hê jî berdewam e. Ev hilberîn li gorî texmînên ku me danîbûn pir kêm e. Ji ber ku salane me 50 hezar ton pêşwazî dikir."

Nesrîn wiha domand: "Gelek sedeman hişt ku hilberîn têk biçe. Lê ya herî sereke tovên ku ji Tirkiyeyê hatine. Dibe ku bi zanabûn be yan jî na. Lê ji ber wan tovan û tevî hewldanên me lê dîsa jî nexweşî di nav hilberînê de belav bû.”

Di dawiyê de Nesrîn destnîşan kir ku di mewsima bê de dê tovên bikalîte li cotkaran belav bikin û destekê bidin wan.

(şx)

ANHA