Ji ber kontakê 170 şelên pembo şewitîn

Kamyoneke ku 170 şelên pembo bar kiribûn, li gundê Cibirata Biçûk a girêdayî Ebû Ferih a navçeya Tirbespiyê li têlên kehrebeyê ket. Di encamê de hemû barê kamyonê şewitî.

Ji ber kontakê 170 şelên pembo şewitîn
16 cotmeh, 2018   08:00

QAMIŞLO

Pemboyê ku şewitiye yê cotkarê bi navê Elwan Xelef El-Kero ye. Cotkar pemboyê xwe ber bi kargeha pembo ve dibir da ku bifiroşe. Dema ku kamyona bi pembo barkirî di gundê Cilbirata Biçûk re di bin têlên kehrebeyê re derbas dibû, barê wê li têlên kehrebeyê ket.

Di encamê de kontak çêbû û hemû barê kamyonê şewitî. Her wiha hindek parçeyên kamyonê jî heliyan. Hate zanîn ku barê kamyonê 170 şelên (30 ton) pembo bû.

Hêzên Asayîşê yekser berê xwe da cihê bûyerê û şewat dan vemirandin.

(bx)

ANHA