Li Erebîstana Siûdî balafireke leşkerî ya perwerdê  kete xwarê

Balafireke leşkerî ya perwerdehiyê li bakurê rojava yê Qiraltiya Siûdiyê kete xwar.

Li Erebîstana Siûdî balafireke leşkerî ya perwerdê  kete xwarê
16 cotmeh, 2018   08:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Siûdiyê ragihand ku di encama ketina balafirê de hemû personelê balafirê mirine.

Wezaretê agahî neda bê çend kes di balafirê de bûn û balafir ji ber çi ketiye.

Ji bo zelalkirina ketina balafira bi tîpa Hawk a Îngilîz lêpirsînê dest pê kir.