Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê

Li rex şervanên ku di eniya şer a Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de, hejmarek ji şervanên QSD û Erka Xweparastinê hemû erebeyên şervanan sererast dikin. Bi vî awayî şervan bi pîşeya xwe cihê xwe di nava berxwedana li dijî çeteyan de digirin.

Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê
Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê
Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê
Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê
Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê
Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê
Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê
Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê
Aliyekî din ji berxwedana Şerê Tinekirina Terorê
16 cotmeh, 2018   07:39

EHMED SEMÎR - UDEY EL-EHMED / DÊRAZOR

Şervanên QSD û Erk Xweparastinê ne tenê çek hildigirin û tev li qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê dibin, hejmarek ji şervanan bi pîşeya xwe ya sererastkirina erebe û alavên leşkerî cihê xwe di nava berxwedana li dijî çeteyên hov digrin.

11 werşeyên herêma pîşesazî yên li eniyên paş ên Şerê Tinekirina Terorê hemû erebeyên ku di encama teqîna mayinan de an jî ji ber erdnîgariya herêmê xirab dibin, sererast dikin.

Endamê rêveber ê herêma pîşesazî ya Dêrazorê Amed Agirî ji ajansa me re wiha got: "Herêma pîşesazî yekser piştî rizgarkirinê hate vekirin û dest bi karê xwe kir. Werşeyên pîşeyî hemû erebeyên ku di pêngava Bagera Cizîrê de zirar dîtine, sererast dikin."

Amed diyar kir ku erebeyên veguhestina şervanan ber bi eniyên şer ve û alavên rakirina mayinan gelek ziyanan dibînin  û wiha dewam kir:”Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bi armanca rê li ber pêşketinên şervanan bigirin, gelek mayin çandine.

Amed wiha domand: "Em wek şervanan ne li xetên destpêkê yên eniyên şer in. Lê em bi rêya sererastkirina erebeyên şervanan cihê xwe di nava Pêngava Bagera Cizîrê digrin. Bi destpêka pêngavê re karê me zêde bû."

Di berdewama gotinên xwe de Amed destnîşan kir ku werşeya pîşeyî ya navendî ya girêdayî QSD'ê, gelek werşeyên girêdayî wê wekî mekenîk, kehrebeya erebeyan, çêkirina dozanên erebeyan û hwd hene.

Her wiha Amed teqez kir ku di werşeyê de hemû şervan bi yek destî alîkariya şervanên eniya şer dikin da ku zehmetî û zextê li wan sivik bikin.

(şx)

ANHA