Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Hevpeymana Rûsya û Tirkiyê  der barê Idlibê de di nava gelek rewşên mij de ye û gefa betalkirina wê li rex hêrsbûna Rûsyayê derdikeve. Tê payîn ku bilokên Îraqê namzetên xwe di dawiya vê hefteyê de pêşkêş bikin. Trump hêviyên Erdogan a derbaskirina cezayên Amerîka şikandin û ji Enqereyê xwest ku hin kesên Amerîkî yên din ku li ba wê girtî ne serbest berde.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
16 cotmeh, 2018   07:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa dawî li Idlibê û pêkanîna hevpeyaman Rûsya û Tirkiyê  kirin. Rojnameyan bal kişandin ser xebatên avakirina hikûmeta Îraqê û behsa têkliyên Amerîka û Tirkiyê  kirin.

Şerq El-Ewsat: Nîşanên vekişandina hemû radîkalan ji kembera Idlibê tune ne

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girêdayî rewş û aloziya Sûriyeyê kirin. Girêdayî rewşa dawî ya Idlibê de rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku muhleta vekişandina tabûrên radîkal ji devera bê çek a Idlibê duh bi dawî bûye û heta niha ti vekişandin pêk nehatiye. Heyet Tehrîr El-Şam jî ku têklidarî hevpeymana Rûsya û Tirkiyê  ye, helwesta xwe zelal nîşan nedaye. Bidawîbûna muhleta hevpeymanê, Rûsya û Tirkiyê  li hemberî asta ciddîbûna wan di pêkanîna hevpeymanê de rû bi rû dihêle, da ku herêmê ji vebijêra leşkerî ku hêjî Şam behsa wê dike dûr bixînin.

Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha domand: "Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muelêm piştrast kir ku pêkanîna hevpeymanê der barê avakirina herêmeke bê-çek li derdora Idlibê, pêdiviya wê bi demekê heye. Muelêm di civîneke çapemeniyê de bi hevpîşeyê xwe yê Îraqî Îbrahîm El-Caferî re li bajarê Şamê wiha got: "Divê em demekê bidin mijar. Em derfetê ji hevkarê xwe Rûsyayê re bihêlin ku ka hevpeyman pêk tê yan na. Divê em li benda berteka Rûsyayê bimînin. Nemaze ji ber ku Rûsya mijarê ji nêz ve dişopîne û jê tê xwestin ku dewriyetên xwe li devera bê-çek bide meşandin. Em dibêjin divê em li bendê bimînin, lê di heman demê de hêzên em li derdora Idlibê amade ne." Muelêm wiha domand: "Ne pêkan e, em li hemberî vê rewşa niha bêdeng bimînin, eger Cebhet El-Nusra li gorî hevpeymanê tevnegere. Cebhet El-Nusra di lîsteya terorê ya navnetewî de ye û divê li Idlibê jî were tunekirin."

El-Heyat: Mandina radîkalan li devera bê-çek hevpeymana Rûsya û Tirkiyê  dixe tecrûbeyekê

Girêdayî heman mijarê rojaneya El-Heyat diyar kir ku muhleta derketina tabûrên cîhadîst ji devera bêçek a derdora Idlibê duh bi dawî bûye, bêyî ku ti vekişandin pêk were. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muelêm jî nîşana çalakiya leşkerî dide. Rojnameyê behsa vekirina dergeha Nesîb – Cabir a di navbera Sûriye û Urdunê de kir û got ku piştî 3 salan ji girtinê duh fermî hate vekirin.

Şerq El-Ewsat: Helwesta Rûsya ya bi hêrs dibe ku hevpeymana Idlibê têk bibe

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku ragihandina Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê ya êrîşên komên çekdar li dijî gundewarên Hema û Helebê ku di encamê de du leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin, nîşanên ku diyar dike ev binpêkirina hevpeymanê ye.

Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha domand: "Tevî ku di daxuyaniya leşkerî ya Rûsyayê de deverên ku jê top hatine diyar nekirin, lê çavkaniyekî parlemanî di komîteya parastin û ewlehiyê ya Doma ya Rûsyayê ji Şerq El-Ewsat re eşkere kir ku binpêkirin ji deverên gundewarê Idlibê pêk hatiye û da zanîn ku ev nîşaneke ne baş e tevî ku hevpeymana Rûsya û Tirkiyê  baş pêşve diçe. Çalakiyên topbarankirinê nîşan dide ku komên radîkal hewl didin hevpeymanê dorpêç bikin. Her wiha bal kişand ku lihevkirinên agirbestê aliyên terorîst ên li gorî hevpeymanê tevnagerin nagire nava xwe."

Iraq

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Iraqê ya nû rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Partiyên Şîayî, Sunnî û Kurdî Adil Ebid El-Muhdî der barê derbaskirina ajandeyên El-Sedir de hişyarî dan."

Rojnameya Ukaz jî girêdayî heman mijarê diyar kir ku  bilokên siyasî yên Îraqê lîsteyeke navên namzetên xwe ji bo hikûmeta nû ya Îraqê amade kirine û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Bexdad; namzetên bilokên hikûmeta nû vê hefteyê tên radestkirin".

Rojnameya El-Heyat jî ji aliyê xwe ve behsa nîqaşên parlemana Îraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Parleman destên xwe ji biryarên Ebadî dişo".

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Ereb behsa xebatên şandeyê navnetewî Martin Griffith a peydakirina çareseriyekê ji aloziya Yemenê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Griffith çarçoveya şêwra xwe der barê çalakiya aştiyê li Yemenê firehtir dike".

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Filistînî ji bo serweriyên qanûnî ya serokatiya koma 77 hêvî dikin".

Têkliyên Tirkiye û Amerîka

Der barê mijara têkliyên Tiriye û Amerîka de rojnameya El-Ereb behsa rewşa dawî piştî serbestberdana keşeyê Amerîkî Androw Bronson kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump hêviyên Erdogan a derbaskirina cezayên Amerîka şikand."