‘Tecrîd qanûnên navdewletî binpê dike’

Parêzer Ekrem Sadiq têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê fikarên xwe anîn ziman û teqez kir ku tecrîd qanûnên navdewletî û pîvanên mirovî binpê dike.

 ‘Tecrîd qanûnên navdewletî binpê dike’
16 cotmeh, 2018   07:25

ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Dewleta Tirk bi serkêşiya hikumeta AKP’ê ev 2 sal e tecrîdeke girankirî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye û destûr nade ku malbat û parêzer hevdîtinan pê re bikin.

Tecrîda li hemberî Ocalan û nediyarkirina rewşa wî ya ewlehî rastî nerazîbûneke tund ji aliyê siyasetmedar, hiqûqnas û gel ve hat.

Parêzer Ekrem Sadiq ji herêma Dêrikê ye û destanîşan kir ku di aliyê hiqûqî de mafê Ocalan wekî girtiyekî siyasî heye ku bi malbat, parêzerên xwe û hemû rêxistinên mirovî re hevdîtinê bike, di heman demê de rewşa wî ya tenduristî were parastin û wiha got: "Rêber Ocalan ji bo parastina gelê xwe pêşengiya şoreşekê kir.”

Binpêkirinên dewleta Tirk li djiî qanûnên navdewletî ne

Têkildarî qanûnên ku  dewleta Tirk li dijî Ocalan ferz kirine, ev tişt anî ziman:”Hemû binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî Ocalan dimeşîne, li dijî qanûnên navdewletî û mirovî ne."

Sadiq, teqez kir ku dewleta Tirk qanûnên navdewletî yên girêdayî girtiyan binpê dike û wiha dewam kir:"Her girtiyek mafên wî hene. Dewleta Tirk qaşo behsa demokratiyê dike, lê di rastyê de ew ji demokratiyê dûr e."

Parêzer Ekrem Sadiq bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bang li rêxistinên navdewletî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin  da ku dijminahiya xwe ya li dijî gelê kurd rawestîne û dawî li tecrîda li ser Ocalan bîne.

ANHA