Her kes bi zimanê xwe dixwîne

Rêveberê dibistana Selam El-Feyad a bajarokê Tiwêna ya kantona Hesekê, Beşar Şilêş teqez kir ku pêkhateya Ereb li bajarokê Tiwêna bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne.

Her kes bi zimanê xwe dixwîne
Her kes bi zimanê xwe dixwîne
Her kes bi zimanê xwe dixwîne
Her kes bi zimanê xwe dixwîne
Her kes bi zimanê xwe dixwîne
16 cotmeh, 2018   07:06

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Mamosteyên Herêma Cizîrê erka jinûve vegerandina xwendekaran ji dibistanan re û bicihanîna mafên wan di fêrbûna bi zimanê dayikê de, girtin ser xwe. Lê hindek alî di sala nû ya perwerdeyê de xwestin materyalên  ku ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi sê zimanan kurdî, erebî û suryanî amade bûne, teşhîr bikin.

Ji bo naskirina rastiya van gotegotan nûçegihanên ajansa me berê xwe da bajarokê Tiwêna ya kantona Hesekê.

Rêveberê Dibistana Selam El-Feyad, Beşar Şilêş diyar kir ku di dibistanê de 13 fêrgehên pêkhateya Ereb û 3 jî yên pêkhateya Kurd hene, di her fêrgehekê de derdora 20 heta 30 xwendekar hene.

Şilêş teqez kir ku hemû gotegotên aliyên dijberî destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê ku dibêjin’zimanê kurdî li ser hemû pêkhateyên herêmê feriz bikin’derewandin û wiha dewam kir:” Her xwendekarek bi zimanê xwe dayikê perwerdeya xwe dibîne. Tu pêkhate zimanê xwe li ser pêkhateyekê feriz nake.”

Di berdewama gotinên xwe de Şilêş destnîşan kir ku ji ber hejmara mezin a xwendekaran, şagirtên refên 4, 5, 6 li dibistanên navîn belav kirine û hejmara wan derdora 300 xwendekar in.

Beşar Şilêş bi lêv kir ku mamosteyên ku perwerde didin girêdayî Rêveberiya Xweser in.

Ji aliyê xwe ve hejmarek xwendekaran kêfxweşiya xwe bi vekirina dibistanê re, rêzdariya mamosteyan ji wan re û pêşkêşkirina alîkariyê anîn ziman. Her wiha xwendekarên Ereb teqez kir ku ew meteryal bi zimanê erebî dixwînin û materyalên bi zimanê Kurdî li ser wan nehatine ferzkirin.

(şx)

ANHA