Girê Ecacê... Dîrokeke kevnar ku hatiye wêrankirin

Girê Ecacê yê girêdayî navçeya El-Erîşe ya kantona Hesekê yek ji girîgtirîn cihên dîrokî yên Aşûran li herêmê ye. Ew jî mîna gelek şûnwaran ji hêla DAIŞ'ê ve hatiye talankirin. DAIŞ'ê peyker û nivîsên Mismarî (Mixî) ku temenê wan digihîje hezaran salan, şikandin.

Girê Ecacê... Dîrokeke kevnar ku hatiye wêrankirin
Girê Ecacê... Dîrokeke kevnar ku hatiye wêrankirin
Girê Ecacê... Dîrokeke kevnar ku hatiye wêrankirin
Girê Ecacê... Dîrokeke kevnar ku hatiye wêrankirin
Girê Ecacê... Dîrokeke kevnar ku hatiye wêrankirin
Girê Ecacê... Dîrokeke kevnar ku hatiye wêrankirin
Girê Ecacê... Dîrokeke kevnar ku hatiye wêrankirin
Girê Ecacê... Dîrokeke kevnar ku hatiye wêrankirin
16 cotmeh, 2018   06:47

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Kantona Hesekê bi şûnwarên ku dîroka wan vedigere hezaran salan, zengîn e. Lê di dema dagirkeriya DAIŞ'ê li herêmê de, ew cihên dîrokî rastî talan û wêrankirinê hatin. Her wiha çeteyan gelek bermahiyên dîrokî dizîn û firotin dewleta dagirker a Tirk. Girê Ecacê yek ji wan deverên dîrokî ye ku çeteyên DAIŞ'ê peykerên wê yên dîrokê şikandin û gir wêran kirin.

Girê Ecace derdora 50 km ji sînorê Iraqê dûr e. Di serdema 19'an de hate vedîtin. Berhemên wê yên dîrokî ji muzexaneyên Sûriyê û muzexaneyên din re hatin veguhastin. Bermahiyên mayî jî çeteyên DAIŞ'ê tevî qaçaxçiyên herêmê dizîn. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo derxistina bermahiyên dîrokî gelek tunel li gir kolandin û dirêjahiya wan gihaşt 20 metreyan.

Şêniyên gundê Ecacê yê girêdayî navçeya El-Erîşê şêwazên ku DAIŞ'ê di vakolînên xwe de li gir vedibêjin.

Hemûd El-Salih destnîşan kir ku dîroka gir vedigere serdema Aşûriyan û gelek gir mîna wê li ser beravên çemê Xabûr hene. El-Salih wiha domand: "Çeteyên DAIŞ'ê gelek peykerên veşartî di bin erdê de vedîtin. Gelek ji wan şikandin û yên mayî bi rêya sînorên Tirkiyeyê firotin."

Di berdewama gotinên xwe de El-Salih diyar kir ku zêdetirî ji sedî 40 ji gir ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye talankirin û gelek tunel lê kolandine û wiha got: "Gelek bermahiyên dîrokî ku vedigerin serdema Aşûriyan, ji kokê ve wêran bûn."

Şêniyên gund bang li Desteya Şûnwar û Turîzmê kir ku girîngiyê bidin cihên dîrokî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Girê Ecacê bi 10 km dikeve bakurê bajarê Şedadê û 50 km başûrê bajarê Hesekê.

(şx)

ANHA