Claudia Lucas: Gelê Elmanyayê Erdogan qebûl nake

Yek ji endamên şandeya Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst Claudia Lucas a ji Elmanyayê destnîşan kir ku beşeke mezin ji gelê Elman, Erdogan qebûl nake.

Claudia Lucas: Gelê Elmanyayê Erdogan qebûl nake
16 cotmeh, 2018   06:36

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Endama şandeyê Claudia Lucas a ji Elmanyayê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku beşeke mezin ji gelê Elman, Erdogan ji ber binpêkirinên wî der heqê gelê Kurd de û dagirkirina Efrînê de qebûl nake.

Claudia diyar kir ku wan bi armanca ji nêz ve şoreşa jinan a Rojava û rewşa şêniyên Efrînê piştî ku ji ber dagirkirinê neçar man ji malên xwe derkevin nas bikin, serdana Rojava kirine.

Claudia bal kişand ser binpêkirinên Erdogan û destekdayîna komên terorîst ên ku şerê sivîlan dikin û got:"Civaka navdewletî û hêzên herêmî li hember binpêkirinên Erdogan der heqê şêniyên Bakurê Sûriyeyê de bê deng in."

Têkildarî fedakariyên gelê Kurd ji bo azadiya xwe dane, Claudia wiha got:"Têkiliyên me bi gelê Kurd ên li Elmanyayê baş in. Em fedakariyên gelê Kurd ji bo azadiya xwe dane, dizanin. Ji lewra beşeke mezin ji gelê Elman Erdogan qebûl nake."

Têkildarî serdana Erdogan ji Elmanyayê re Claudia ev tişt anî ziman:"Di van demên dawî de hikumeta Elman Erdogan pêşwazî kir. Lê ev serdan ji hêla gelê Elman ve nehat qebûlkirin û rexneyên tund li hikumeta Elmanya hatin kirin."

Di berdewama axaftina xwe de Claudia Lucas a ji Elmanyayê diyar kir ku bi armanca piştgiriya gelê Kurd û rêgirtina  li ber siyaseta Erdogan, bi siyasetmedarên Elman re di nav têkiliyan de ne. Di dawiyê de Claudia destnîşan kir ku ew wek gelê Elman û bi taybet jin da ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijberî gelê Kurd rawestîne, wê asta têkoşînê bilind bikin.

Şandeyek ji Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst serdana Rojava kir. Şandeyê serdana gelek bajar û herêmên Rojava kir. Şande ji dayikên dewletên cuda ên Ewropayê pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şandeya dayikan serdana xwe ya Rojava bi dawî kiriye û soz da ku rastiya şoreşa jinan bigihînin hemû qadên navdewletî.

(şx)

ANHA