Rewşa xizmetguzarî li taxa Şêxmeqsûd hate gotûbêjikirin

TEV-DEM û Şaredariya Gel bi şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê re û rewşa xizmetguzarî nîqaş kirin û giliyên wan guhdar kir.

Rewşa xizmetguzarî li taxa Şêxmeqsûd hate gotûbêjikirin
Rewşa xizmetguzarî li taxa Şêxmeqsûd hate gotûbêjikirin
Rewşa xizmetguzarî li taxa Şêxmeqsûd hate gotûbêjikirin
Rewşa xizmetguzarî li taxa Şêxmeqsûd hate gotûbêjikirin
Rewşa xizmetguzarî li taxa Şêxmeqsûd hate gotûbêjikirin
Rewşa xizmetguzarî li taxa Şêxmeqsûd hate gotûbêjikirin
Rewşa xizmetguzarî li taxa Şêxmeqsûd hate gotûbêjikirin
14 cotmeh, 2018   17:39

HELEB

Tevgera Civka Demokratîk û Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi armanca gotûbêjkirin rewşa xizmetguzarî li taxa û guhdarkirina li gazincên şêniyan civîneke ji şêniyên beşê "Şêxmeqsûd Marûf"re li dar xist. Bi dehan şêniyên taxê û berpirsên TEV-DEM û Şaredariya Gel di civînê de ama de bûn.

Endamê Meclisa TEV-DEM‘ê Mihdî Bîlan axivî û diyar kir ku armanca civînê guhdarkirina li giliyên şêniyan û nîqaşkirina.

Şêniyan rewşa xizmetguzariyê, nêrîn û giliyên xwe anîn ziman. Piraniya giliyên wan li ser kombûna bermahiyên şer li taxê, xirabûna rêyan, her wiha dereng pêxistina cenatoran bû. Şêniyan daxwazin kirin ku beriya zivistî ev pirsgirêk werin çareserkirin.

Rêvebera Kongreya Star Şervîn Delîl jî rewşa siyasî nirxandin û anî ziman ku li hemberî herêmên polîtîkeyên qirêj têne meşandin û got, armanc jê ew e ku gel ji wan re serî bitewîne û desthilatdariya wan qebûl bike.

Şervîn Delîl teqez kir ku îradeya gel ji van siyasetan bi hêztir e û dê pilanên hêzên dijber têk bibe.

ANHA