Şêniyên Dêrazorê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" oxir kirin

Şêniyên gundewarên Dêrazorê cenazeyên 4 şervanên Pêngava Bagera Cizîrê li goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Şêniyên Dêrazorê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" oxir kirin
14 cotmeh, 2018   15:32

DÊRAZOR

Şervanên QSD‘ê Elî Xilêf El-Şaban (Qeyser), Ebdulsetar El-Dawî (Salih), Seed Xelef El-Abdullah (Salar) û Salim Xelef El-Abdullah (Tofan) yên ku di qonaxa dawîn ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê bibûn.

Bi dehan şêniyên bajaroka El-Bisêra û gundê Baxor ê gundewarê Dêrazorê, şervanên QSD‘ê, nûnerên saziyên sivîl û Partiya Sûriyeya Pêşerojê beşdarî merasîmê oxirkirina cenazeyên her çar şervanan bûn.

Merasîmê bi bîranîna cangoriyên azadiyê û turaneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Fîras Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîda re xwest. Elî  got: "Em bejna xwe li hemberî giyanên şehîdan ditewînin, bi ked û berxwedaniya wan herêmên me terorê hatin rizgarkirin û aramî pêk hat. Em soz didin şehîdan ku em ê xeta têkoşînê berdewam bikin ta tevahî herêmê ji çeteyan rizgar bikin."

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan rêveberê meclisê Wîsal Hezai jî di merasîmê de axivî û ev tişt got: "Her ku em şehîdekî oxir dikin îsrara me ya berxwedanê zêde dibe û em herêmên nû rizgar dikin. Her ku em şehîdekî oxir dikin ewqas em nêzî azadiyê dibin, şehîd yên ku ji bo azadî û rûmeta me berdêl dane ne, em soza parastina destkeftiyên wan didin."

Bi navê Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê axaftin hatin kirin û ji malbatên şehîdan re sersaxî hatin xwestin, her wiha berxwedana QSD‘ê hate silavkirin.

Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Wefa Celal nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

ANHA