Cenazeyê Samir û Mûtib bi merasîmeke heybet hatin veşartin

Bi sedan şêniyên herêma Reqayê endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn Mûtib El-Xelef û Samir Mihemed ên ku li Reqayê şehîd bibûn bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîda a Reqayê ya li gund Hikûmiyê oxirkirin. Herdu şehîd dema erka xwe bi cih dianîn şehîd bûn.

Cenazeyê Samir û Mûtib bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Cenazeyê Samir û Mûtib bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Cenazeyê Samir û Mûtib bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Cenazeyê Samir û Mûtib bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Cenazeyê Samir û Mûtib bi merasîmeke heybet hatin veşartin
14 cotmeh, 2018   18:20

REQA

Bi sedan şêniyên herêma Reqayê ji bo oxirkirina her du şehîdan li çerxerêya Firûsiyê kom bûn, piştî wergertina cenaze bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi Goristana Şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiyê ve bi rê ketin.

Li Goristanê merasîmê oxirkirinê bi rêzgirtin û turaneke leşkerî dest pê kir.

Paşê Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hindirîn Xalya El-Hemûd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û bi navê Hêzên Ewlekariya Hindirîn soza şopandina xeta şehîdan û parastina ewlehiya herêmê da.

Wesîqeyên şehadetê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê herdu şehîdan bi sloganên "Şehîd Namirin" spartin axê.

ANHA