Şaredariyê pirsgirêka avê ya 8 salan çareser kir

Gelê Taxa Şehîd Sadiq (Haret El-Leyl) ji ber pirsgirêka avê gazincan dike. Ji ber wê jî Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî dest bi danîna toreyên avê li taxê kir.

Şaredariyê pirsgirêka avê ya 8 salan çareser kir
Şaredariyê pirsgirêka avê ya 8 salan çareser kir
Şaredariyê pirsgirêka avê ya 8 salan çareser kir
Şaredariyê pirsgirêka avê ya 8 salan çareser kir
Şaredariyê pirsgirêka avê ya 8 salan çareser kir
14 cotmeh, 2018   12:28

GULÎSTAN MIHEME / GIRÊ SPÎ

Gelê Taxa Şehîd Sadiq ev 8 sal e ji ber tunebûna avê û toreyên avê li taxa wan zehmetiyan dikişînin. Taxa Şehîd Sadiq tekane taxa Girê Spî ye ku toreyên avê lê tune ne. Şêniyên wê jî neçar man ku bîran ji xwe re bikolin. Di demên dawîn de jî ava vexwarinê û ya kanalîzasyonê tevlihev bûye û ev pirsgirêk mezin bûye.

Şaredariya Gel bi hevkariya rêxistina Mosi Cor dest bi danîna toreyên avê li taxê kir.

 Ji aliyê xwe ve şêniyên taxê spasiya şaredariyê kir, ji ber ku pirsgirêkên wan çareser dike. Şêniya bi navê Kelîma Bozan spasiya Şaredariya Gel kir û got ew bi hêvî ye rêyên wan jî îsfelt bikin ji ber ku demsala zivistanê nêz bûye.

Her wiha hevserokê Komîteya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî Mesûd Mihemd diyar kir ku 10`ê Mijdarê dê av li taxê were belavkirin. Mesûd Mihemed bang li xelkê taxê kir ku avê zêde xerc nekin.

(bx)

ANHA