‘Her şehîdek gulek e ku welatê xwe dixemilîne‘

Gelê navçeya Amûdê berê xwe konê sersaxiyê ku ji bo şervanê YPG’ê Şervan Cûdî hatiye danîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Di merasîma sersaxiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku ‘her şehîdek gulek e ku welatê xwe dixemilîne’.

14 cotmeh, 2018   12:03

QAMIŞLO

Îro gelê navçeya Amûdê û gundewarên wê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Abdullrezaq Îsa (Şervan Cûdî) yê ku li gundê Xanikê yê girêdayî navçeya Amûdê hatiye vedan û di 12`ê Cotmehê de dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bû û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û şervanên YPJ/YPG`ê beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwer Elî, yek ji fermanarên YPG`ê Agirî Jînda û endama Kongreya Star Şêrîn Hesen axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan herêm bi aramî û ewlehî dijî, piraniya herêmên Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan hate rizgarkirin û hate destnîşankirin ku ‘her şehîd gulek e ku welatê xwe dixemilîne’. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Konê sersaxiyê heta saetên êvarî vekirî ye.

(bx)

ANHA