Li Reqayê gav bi gav ber bi azadiya jinan ve

Bi merasîmekê Meclisa Jinan a Reqayê, Mala Jinan li taxa El-Meşleb a bajarê Reqayê vekir.

Li Reqayê gav bi gav ber bi azadiya jinan ve
Li Reqayê gav bi gav ber bi azadiya jinan ve
Li Reqayê gav bi gav ber bi azadiya jinan ve
14 cotmeh, 2018   13:02

REQA

Di merasîma vekirinê de bi dehan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û Saziya Malbatên Şehîdan amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin ji hêla endama Saziya Malbatên Şehîdan û Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Celaa Hemzawî, Meclisa Jinan a Keramê Henan Mihemed û Meclisa Jinan a Reqayê Xaliya El-Kicwan ve hatin kirin.

Axaftvanan vekirina Mala Jinan li hemû jinan û şêniyên taxa Meşleb pîroz kir û diyar kir ku dê mal bibe cihê çareserkirina pirsgirêkên jinan.

Endama rêveberiya Mala Jinan a Reqayê Xaliya El-Kecwan wiha got: "Bi saya xwîna şehîdan em îro Mala Jinan vedikin, niha em pêngavên mezin ber bi rizgarkirina jinan ve diavêjin, jin li Bakurê Sûriyeyê gihaştine asteke bilind.”

Paşê deriyê Mala Jinan ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin.

(jo)

ANHA