'PDK li dijî tevgera azadiyê li hevkaran digere'

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Hisên Umer diyar kir ku dezgehên çapemeniyê yên girêdayî Partî Demokratî Kurdistan rasterast girêdayî çarçoveya şerê taybet ê dewleta Tirk in û hewl didin di şerê li dijî tevgera azadiyê de hevkaran ji xwe re peyda bikin.

'PDK li dijî tevgera azadiyê li hevkaran digere'
14 cotmeh, 2018   11:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî BasNewsê Bafil Talebanî kurê serokê berê yê Iraqê Celal Talebanî, di 11'ê Cotmehê de li Bexdayê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê re Mevlut Çavuşoglu re civiya. BasNewsê ragihand ku êrîşa li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û şêwazên derxistina tevgera rizgariya Kurdistanê ji Herêmên Parastina Medyayê hatine gotûbêjkirin. Her wiha mijara bidawîkirina qedexekirina balafiran li ezmanê bajarê Silêmaniyê û vekirina buroyeke Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) li Tirkiyeyê gotûbêj kirine.

Girêdayî mijarê nivîskar û siyasetmedarê Kurd Hisên Umer diyar kir ku ajansa Anadolu ya nûçeyan bi rêya baskê xwe yê kurdî BasNewsê nûçeyekê têkildarî hevdîtina Bafil Talebanî bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê re li Bexdayê diweşîne û wiha got: "Ev mijareke normal e, lê wekî her car mezinkirina rola Tirkiyeyê û biçûkkirina rola opozîsyona wê û PDK'ê, ev civîn ji bo peydakirina şêwazeke derxistina PKK'ê ji Herêmên Parastina Medyayê ye. Nexasim piştî ku artêşa Tirk serweriya xwe li gelek baregehên girîng ên PDK'ê yên li devera Barzan ferz kir û baregehên xwe yên leşkerî bi hevkariya PDK'ê li van deveran ava kirin."

Umer da zanîn ku armanc ji van daxuyaniyan ew e ku zemîneke hevbeş were peydakirin da ku karibin êrîşî tevgera rizgariya Kurdistanê bikin û hevkarekî xwe di "rêbaza xiyanetê" de peyda bikin. Ji ber vê yekê dezgehên çapemeniya PDK'ê ku rasterast girêdayî şerê taybet ê Tirkiyeyê ne, hewl didin hevkaran ji xwe re peyda bikin.

ANHA