Ji bo bilindkirina asta aborî ya jinan projeyên domdar

Komîteya Jinan a girêdayî Gerînendetiya Aboriyê ya bajarê Hesekê ji bo pêşxistina asta jinan a aborî û şikandina keysbaziya bazirganan, gelek proje ji jinan re vekirin.

Ji bo bilindkirina asta aborî ya jinan projeyên domdar
Ji bo bilindkirina asta aborî ya jinan projeyên domdar
Ji bo bilindkirina asta aborî ya jinan projeyên domdar
Ji bo bilindkirina asta aborî ya jinan projeyên domdar
14 cotmeh, 2018   07:58

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Komîteya Jinan a girêdayî Gerînendetiya Aborî ya Hesekê bi armanca bilindkirina asta jinan a aborî û pêkanîna debarê, gelek proje vekirin. Jê projeya cihê çêlekan, Xwarîngeha Înana û gelek projeyên din bi awayê koopereatîfan ku hejmarek jinan tê de hevkar in.

Komîte projeya cihê çêlekan bi armanca vejandina sewaldariyê û tinekirina bêkariyê li gundê El-Silêmabniyê yê bajarê Hesekê vekir. Proje di radeya yekemîn de pêşxistina warê jiyanê, geşkirina sewaldariyê û tinekirina bêkariyê armanc dike. Di 1'ê meha Îlonê de hate vekirin. Di projeyê de 11 jin hevkar in. Para her jinekî 300 hezar leyreyên sûrî ye.

Duha Mihemed ku ew jî beşdarî wê projeyê bûye wiha got: "Ev proje di xurtkirina rihê hevkariyê û tinekirina keysbaziya bazirganan de gaveke girîng e."

Xwarîngeha  Înana; peydakirina xwarinên zivistanê barê jinan sivik dike

Xwarîngeha Înana ku li taxa El-Kelasê hatiye vekirin, bi armanca sivikkirina barê jinan, xwarinên zivistanê amade dike. Jinên ku di projeyê de hevkar in, xwarinên zivistanê ku li xwarîngehê amade kirine bi nirxên ji sûkê erzantir difiroşin û xwarinên rojane amade dikin.

Di vê projeyê de 4 jin hevkar in û para her jinekê 15 hezar leyreyên  sûrî ye.

Zêneb Umer ku ew jî beşdarî vê projeyê bûye destnîşan kir ku armanca wan alîkariya jinan û sivikkirina barê wan di amadekirina xwarinên zivistanê de ye.

Firneya Îştar

Ji bo xurtkirina rola jinan bi awayekî aktîf bêyî ku vegere kesekî, Komîteya Aborî ya bajarê Hesekê firneyeke taybet bo jinan bi navê Îştar li taxa El-Nasre vekir. Di projeyê de 8 jin hevkar in. Her jinek bi 60 hezar leyreyên sûrî beşdarî vê projeyê bûye.

Zeviyên çandiniyê

Ji ber ku jin bi xwezayê ve girêdayî ne, Komîteya Jinan zeviyên çandiniyê li 300 jinan belav kirin û her jinek bi 30 hezar leyreyên sûrî beşdarî vê projeyê bûye. Ev zevî di salên borî de bejî bûn, lê tê payîn ku ji bo avdana zeviyan dê bîr werin kolandin.

Jeneratorên kehrebeyê

Li ser daxwazên şêniyan hindek kolanên bajarê Hesekê, Komîteya Jinan jeneratorên kehrebeyê ku kehrebeyê didin 130 malan, li taxa El-Kelasê danîn. Her jinek bi 25 hezar leyreyên sûrî beşdarî vê projeyê bûye.

(şx)

ANHA