'Ta rizgarkirina Efrîn berxwedana me berdewam e'

Şêniyên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne destnîşan kirin ku têkoşîn û berxwedana wan li kampên herêmên Şehbayê ji bo rizgarkirina Efrînê ji degirkeran berdewam e.

'Ta rizgarkirina Efrîn berxwedana me berdewam e'
14 cotmeh, 2018   08:36

CEFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de, şêniyên Efrînê ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, tevî hemû şert û mercên jiyanê yên dijwar bexwedana xwe didomînin. Bi vê yekê tekez dikin ku ta rizgarkirina Efrînê dê têkoşîna xwe bidomînin.

Têkildarî mijarê Semîre Îbrahîm bal kişand li ser rûyê rast ê cîhanê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û got:"Dema rêjîm xwest ku êrîşî Idlibê bike, cîhanê metrisiyên xwe li ser jiyana sivîlan nîşa da. Lê dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên Efrînê kirin û 58 rojan jin, zarok, mêr û kalûpîr ji aliyê dagirkeran ve dihatin qetilkirin, tevahiya cîhanê li hemberî van êrîşan bêdeng ma. Heta niha jî di nav bêdengiya dewletên cîhanê de ev binpêkirin der heqê sivîlan de li Efrînî didomin."

Li ser qirkirina Kurdan li hev kirine

Semîre wiha domand: "Dagirkeran li Efrînê şêniyan ji malên wan derdixînin û li şûnê malbatên çeteyan bicih dikin. lê dewletên navdewletî hemû bêdeng in. Ev tê wateya ku di qirkirina nasnameya gelê Kurd de li Efrînê hemûyan li hev kirine."

Ji aliyê xwe ve yek ji şêniyên Efrînê bi navê Mehmûd Îbrahîm got:"Çeteyan bi kiryarên xwe der heqê sivîlên Efrînê de, dixwazin şêniyan ji erdên wan derxînin û wan neçarî koçberkiyê bikin. Milkên welatiyan desteser dikin, sivîlan dikujin û direvînin û li bermberî serbest berdana wan fîdyayan dixwazin. Ev tişt hemû li Efrînê bi armanca guhertina demografiyê çêdibin. Lê bi berxwedan û têkoşîna me heta rizgarkirina Efrînê, em ê van siyasetan vala derxin.”

Mistefa Heyder teqez kir ku ta rizgarkirina Efrînê ew ê berxwedana xwe li kampên Şehbayê berdewam bikin û wiha domand: "Em Efrînê ji çeteyan re bernadin. Li vir em li berxwe didin, tevî zehmetî û şert û mercên dijwar ên jiyanê, lê vîna me xurt e û em ê vegerin Efrîna azad.”

Heta rizgarkirina Efrînê berxwedan wê bidome

Di dawiya gotinên xwe de Heyder behsa guhartina demografî ku li Efrînê çêdibe kir û ev tişt got:” Her çiqas çeteyan hewl didin mal û milkên me desteser bikin, şêniyan ji malên wan derxînin û demografiya Efrînê biguhrin, lê ew naghêjin armancên xwe. Ji ber ku em bi erdê xwe ve girêdayî ne û em dest ji rizgarkirina Efrînê bernadin û ta rizgarkirina Efrînê em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin."

(şx)

ANHA