Li Kerkûk teqîn

Li bajarê Kerkûkê otomobêlek bombekirî hat teqandin. Berdevkê polîsên Kerkûkê got ku li gorî agahiyên hatine standin di encama teqînê de 6 kes birîndar bûne.

Li Kerkûk teqîn
13 cotmeh, 2018   18:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Kerkûk taxa Mam Dawid di saet 20:00’an de otomobêlek bombekirî hat teqandin. Berdevkê rêveberiya polîsên Kerkûkê Efrasyaw Kamil ji RojNews re axivî û diyar kir ku otomobêlek li taxa Mam Dawid hatiye teqandin û got; “Otomobêl li taxa Mam Dawid teqiyaye, heya niha zanyariyên zelal di derbarê kuştî birîndaran de nîne. Lê li gorî agahiyên destpêkê 6 kes di encama teqînê de birîndar bûne.”

Kamil got ku polîsên û hêzên parastinê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirine. Nayê zanîn bê ka teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin.