Avakirin li qiraxa Çemê Ceqceqê qedexe ye

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê aşkere kir ku ku erdên di hundirê bajêr de yên li ser qiraxa Çemê Ceqceqê girêdayî şaredariyê ne û avakirin têde qedexe ye.

Avakirin li qiraxa Çemê Ceqceqê qedexe ye
Avakirin li qiraxa Çemê Ceqceqê qedexe ye
Avakirin li qiraxa Çemê Ceqceqê qedexe ye
13 cotmeh, 2018   08:36

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Dirêjahiya Çemê Ceqceq 124 kîlometre ye. Çavkaniya çem ji Bakurê Kurdistanê tê. Li bajarê Hesekê tev li çemê Xabûr dibe û her du tevlî Çemê Firatê dibin. Xelkên bajêr dukanên bazirganiyê li qiraxa Çemê Ceqceqê ku ew der ji bo avakirinê hatiye qedexekirin û girêdayî Şaredariya Gel e, ava dikin.

Wek ku tê naskirin sê cûreyên erdan li derdora Çemê Ceqceq hene,"Erdên girêdayî çem, erdên çandiniyê û erdên girêdayî Şaredariya Gel". Di wan erdan de ji dervayî şaredariyê qedexe ye ku kes têde ava bike.

Di salên derbasbûyê de avakirina zêde ji aliyên welatiyên bajêr ve li ser qiraxa çem hate kirin. Piştî ku şaredariyê destwerdan kir ev yek hate sekinandin. Paşê lêkolîn der barî vê yekê de hate kirin. Di encamê lêkolînê de şaredariyê aşkere kir ku rêjîma Sûriyê perçeyek ji wan erdan firotiye xelkê bajêr da ku tevlîheviyê di navbera wan û Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbike.

Ji ber avakirina zêde di wan erdan de şaredariyê ji xwediyên dukanan kaxez xwestin ku di wan de mulkiyeta wan ji erde re diyar îsbat bibe. Hemû kaxezên hatin pêşkêşkirin ji dîroka 2011`an ve ye. Şaredariyê ragihand ku hemû kaxez sexte ne heta ku rastiyan wan derxînin lêkolîn dewam dike.

Der barê vê mijarê Hevseroka Beşê Fenî yê Şaredariya Gel a navçeya Şerqî ya bajarê Hesekê Zozan Ehmed ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Zozan Ehmed tekez kir ku çi xwestek dîroka wê beriya 2011`an be, sexte ye.

Zozan Ehmed destnîşan kir ku ji pira tax El-Miftî heta 300 metreyî lihevkirin li ser hatiye kirin,  hatine firotin û bûne milkê gel û wiha dewam kir:” Ew erd hatine ferzkirin û wê tenê dukanên bazirgaiyê li werin avakirin.”

Zozan Ehmed diyar kir ku şaredarî avakirin li aliyê beramberî rêyê qedexe kiriye heta ku lihevkirin li ser wan werinkirin û destnîşan kir ku li wê derê erdên li kêleka çem hene, erdên milkên dewletê hene, rêjîma Sûriyê ew erde firotine gel lê Şaredariya Gel kaxezên beriya 2011`an qebûl nake û got:”Ji ber ku ne tiştekî li gorî zagonan e ku dewlet erdên giştî bifroşe gel.”

Zozan Ehmed bi lêv kir ku li ser rêyê erdên çandiniyê hene, avakirin li wê derê bi temamî qedexe ye û wiha domand:”Erdên girêdayî Şaredariya Gel dê werin îstismarkirin da ku baxçe û dukanên bazirganiyê werin avakirin û bi kirê bidin xelkên bajêr.”

Zozan Ehmed di axaftina xwe de got dê plansazî ji bo erdên din were dayîn û dê firehiya wan were diyarkirin.

Hevseroka Beşê Fenî ya Şaredariya Gel a bajarê Hesekê Zozan Ehmed  xelkên bajêr xwestekên xwe pêşkêş dikin û îda dikin ku wan ew erd ji rêjîmê kirîne, ew weke Şaredariya Gel dê lêkolînê der barî wan kaxezan bikin û hemû kaxezên ku dîroka wan beriya 2011`an e sixte ne.

(bx)

ANHA