Dewleta dagirker dîsa li Serêkaniyê cotkarek birîndar kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker îro derdorê saet 10.00’an de cotkarek li gundê Eziziyê yê Serêkaniyê birîndar kir.

Dewleta dagirker dîsa li Serêkaniyê cotkarek birîndar kir
13 cotmeh, 2018   07:54

HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker derdorê saet 10.00’an li gundê Eziziyê ya herêma Serêkaniyê ku 10 km durî sînorê Bakurê Kurdistanê ye cotkarê bi navê Cemal Musa (35) birîndar kir. Dema ku Cemal Musa  li ser terektorê erdê xwe cot dikir artêşa Tirk a dagirker ew gulebaran kir û ji milê wî yê çepê birîndar kirin.

Piştî ku Cemal Musa birîndar bû cîranan ew rakirin Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Ji ber ku damarên milê wî qut bûne, dê wî rakirin Qamişlo.

ANHA