Xeta derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê; Tirkiye

Çeteyên ku ji DAIŞ’ê reviyane yan jî bi awayekî dîl hatine girtin, di gotinên wan de rastiyek aşkera dibe; ji ku dera cîhanê bên bila bên, xeta wan a derbasbûnê Tirkiye ye. Du çeteyên Alman ên di destê YPG’ê de çîroka xwe ya naskirina DAIŞ’ê û derbasbûna nav DAIŞ’ê vegot.

Xeta derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê; Tirkiye
Xeta derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê; Tirkiye
Xeta derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê; Tirkiye
13 cotmeh, 2018   08:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Ergun Orhan bi eslê we Tirk û ji bajarê Tirkiyeyê yê Ispartayê yê. Deige Richard jî ji bajarê Stutgart ê Almanyayê ye. Her du jî li Almanyayê DIAŞ’ê nas dikin. Her du jî di ser Tirkiyeyê re derbasî nava DAIŞ’ê dibin. Cudahiya di navbera her du çeteyan ew e ku yek ji hêla YPG’ê ve hatiye girtin, ê din jî ji çeteyên din reviyaye û xwe spartiye YPG’ê.

Stenbol-Dîlok-Cerablus an jî Raî û Idlib, ji bo derbasbûna wan çeteyan cihên taybet in û her wiha girîng in. Her kî xwestibe, bi hêsanî di vê rêyê re tev li nava çeteyên DAIŞ’ê bûye.

Çeteyê DAIŞ’ê Ergun Orhan

Ergun Orhan bi eslê xwe ji Isparta ya Tirkiyeyê ye lê belê li Almanyayê hatiye dinê û li Almanyayê DAIŞ nas kiriye. Ergun Orhan jî wekî bi hezaran çeteyan di ser Tirkiyeyê re beşdarî nava DAIŞ’ê bûye. Orhan bi karê sîgorte û boyaxê mijûl bûye û her wiha xwedî hemwelatîtiya Almanya û Tirkiyeyê ye.

Orhan diyar dike ku DAIŞ ji vîdeoyên li ser înternetê nas kiriye, di wan vîdeoyan de hatiye gotin ku ji bo her misilmanekî ferz e ku alîkariya misilmanên din bike û piştî ku wî jî ew vîdeo temaşe kirine, biryar daye ku tev li DAIŞ’ê bibe.

 ‘Min DAIŞ ji vîdeoyan nas kir’

Ergun Orhan sedem û awayê tevlêbûna xwe wiha vedibêje: “Di vîdeoyan de dihate gotin ku rejîma Esad zilmê li misilmanan dike. Wek misilman, min jî xwe mecbûr hîs kir ku ez li hemberî vê yekê hîcretê bikim (koç bikim). Nasekî min hatibû Sûriyeyê û tev li DAIŞ’ê bûbû. Min li vîdeoyên ku wî parve kiribûn temaşe kir û biryar da ku tev li DAIŞ’ê bibim. Ji ber ku di vîdeoyê de banga alîkariyê li misilmanan dihate kirin. Jixwe di wan vîdeoyan de digotin ku wek misilman alîkariya gel dikin û misilmanan diparêzin. Mi jî biryara tevlêbûnê da. Piştî ku min ew vîdeo temaşe kirin, min pasaporta xwe çêkir û ketim rê, da ku tev lê bibim.”

Mirov nizane bê ka çeteyê bi navê Ergun Orhan hin tiştan berovajî dike yan na, lê belê tişta ku aşkera ye, ji bo tevlêbûna nava DAIŞ’ê kîjan rê bi kar aniye.

Em dîsa guh bidin çeteyê DAIŞ’ê Ergun Orhan bi xwe, ka çawa derbasî Sûriyeyê bûye:    

 “Dema ku min biryara tevlêbûnê da, ez çûm Tirkiyeyê. Li Antalyayê 3-4 rojan di otelê de mam. Ji wê derê jî derbasî Dîlokê bûm. Cara yekê bû diçûm Dîlokê. Min bi kesê bi navê Ebû Cahît ê ji Tunisê re têkilî danîbû. Wî jî ji min re got here otelekê, li wir li bendê bimîne, dê kesek were te hilde. Min jî wisa kir. Kesek hat ez hildam, em ji Dîlokê derbasî Cerablusê bûn.”

Di girtîgehê de gardîyanî...

Ergun Orhan dibêje ku piştî ku derbasî Cerablusê bûye, DAIŞ’ê ew û hevsera wî ji hev veqetandine, pasaporta wî jê standine û piştî ku hinekî dane sekinandin, şandine perwerdeyê û wiha didomîne: “Di serî de perwedeya şerî, piştre ya leşkerî dan me. Piştî perwerdeyê ez şandim îdareya leşkerî. Min li wê derê wergêrî dikir. Piştî qederekê di wê derê mam, derbasî ‘Şûrta’yê bûm. Min di girtîgehê de kar dikir. Yên direviyan, yên nobet nedigirtin, me ew digirtin. Min gardîyanî dikir.”

Înfazên hundirîn ên DAIŞ’ê

Orhan destnîşan dike ku di nav DAIŞ’ê de îşkence û înfaz dihatin kirin, serên gelek kesan dihatin jêkirin û her wiha ew bi xwe jî bi cezakirina malbata wî hatiye tehdîtkirin.

Orhan diyar kir ku heke kesek ji DAIŞ’ê bireviya, dihate înfazkirin û wiha dibêje: “Ji ber ku ez di Şûrtaya leşkerî de dixebitîm, ez bûm şahidê wan înfazan. Bi hêsanî dikarim vê yekê bibêjim, DAIŞ’ê tu eleqeya xwe bi îslamê re tune bû.”

Çeteyê DAIŞ’ê Ergun Orhan diyar dike ku ji DAIŞ’ê reviyaye û xwe spartiye YPG’ê, YPG’ê bi tu awayî tiştekî xirab lê nekiriye û heke bikare, dixwze dîsa vegere Almanyayê.

Çeteyekî Alman: Deige Richard

Deige Richard ji bajarê Stutgart ê Almanyayê ye, 36 salî ye û ji beşa protezê derçûye.

Richard piştre dibe misilman. Di kargeheke balkêş de îslamê nas dike. Li gorî gotinên wî, di 28 saliya xwe de di barekê de dixebite. Yekî ji Bosnayê ku carinan tê barê, nas dike û ew kes dibe wesîle ku Richard bibe misilman. Richard wiha vedibêje: “Ji min re qala îslamê dikir. Di mala wî de pirtûkên têkildarî îslamê hebûn. Ew dan min jî û her wiha hin CD jî bi min dan guhdarkirin.” û pê re Richard êdî diçe mizgeftê jî.

Ji barê ber bi DAIŞ’ê ve

Richar desnîşan dike ku di barê de îslam nas kiriye û dûre jî tev li DAIŞ’ê bûye û wiha pê de diçe: “Li Almanyayê ji bo mizgeftên misilmanan alîkarî hebû, ez jî diçûmê. Ez gelek caran beşdarî civîn û semîneran bûm. Hin kes hebûn ku li Almanyayê ji bo “cîhad”ê kes peyda dikirin û dişandin. Bi desteka hin kesan û bandora medyayê, ez jî ji bo ku tev li DAIŞ’ê bibim, hatim Sûriyeyê. Dema ku ji Almanyayê hatim Tirkiyeyê, min tu astengî nedîtin.”

Rêya tekane ya DAIŞ’ê: Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê

Ji gotinên Deige Richard rastiyek dîsa aşkera dibe; bi hezaran çete dema ku di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê dibin, rastî tu astengiyan nayên.

Richard vê rewşê wiha vedibêje: “Dema ku ez gihaştim balafirgehê, di dilê min de xof hebû. Ji nişka ve yek hat, çenteyê min hilda û ez birim texsiyekê. Em bi hev re çûn Kîlîsê. Li Tirkiyeyê ez pir rehet tev digeriyam. Heçku dizanîn em kî ne û diçin ku derê. Em biyanî bûn û ji ber ku em ber bi sînor ve diçûn, jixwe dizanîn em ê bi ku de biçin. Belkî jî ji ber wê tu kesî tiştek nedipirsî.”

 “Li Kîlîsê em kom bûn û bêyî ku mudaxeleya leşkeran hebe, em hemû debasî Sûriyeyê bûn. Hemû rê ji bo derbasbûna me hatibûn vekirin. Di sala 2015’an de ez ji sînor derbas bûm û çûm Reqayê. Li nexweşxaneya Reqayê min dest bi xebitînê kir. Min ji bo DAIŞ’ê dest û lingên protez çêdikirin.”

Richarc ji 2 salan zêdetir di nava DAIŞ’ê de maye, di nav faaliyetên çeteyan de cih girtiye û li nexweşxaneyê xebitiye. Di hemleya Bagera Cizîrê de dema ku diçû herêma Meyadin a Dêrazorê, ji hêla yekîneyên taybet ên QSD’ê ve bi çend çeteyên din re hate girtin.

Gotinên her du çeteyan aşkera dikin ku Tirkiye ji bo çeteyan cihê derbasbûnê bûye û her wiha li dewletên wekî Almanyayê ew çete çi qas rehet dikarin xwe bi rêxistin bikin û dema ku DAIŞ’ê tora xwe ya navneteweyî ava kiriye, rastî tu astengiyan nehatiye. Di vê derê de gelek pirsên wekî DAIŞ’ê çawa kariye ev qas bi hêsabî xwe bi rêxistin bike, bi hêsanî ji xwe re endam peyda kirine, rastiya vê yekê çawa ye, çawa bêyî pirs derbas bûne û hwd. gelek gelek pirs li benda bersivdayînê ne.

ANHA