YRA ji bo rawestandina destdirêjiyên li rojnamevanan banga civaka navnetewî kir

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) destdirêjiyên hikûmeta Tirkiyeyê der heqê rojnamevanan de  û hewldanên wê ya bêdengkirinê ku di hundirê Tirkiyeyê de tê meşandin bi tundî şermezar kir û bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku van destdirêjiyên wê ku pîvanên çapemeniya cîhanê binpê dike rawestînin.

YRA ji bo rawestandina destdirêjiyên li rojnamevanan banga civaka navnetewî kir
10 cotmeh, 2018   08:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li Rojava û Bakurê Sûriyeyê der barê destdirêjiyên hikûmeta Tirkiyeyê li dijî rojnamevanan û çapemeniya azad de  daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Desthilatdariya Tirkiyeyê çalakiyên xwe yên girtina rojnamevanan ji destpêka ragihandina rewşa awarte ve piştî derbeya leşkerî ya Tîrmeha 2016'an ve didomîne.

Desthilatdariya Tirkiyeyê herî dawî di heman dema nêzîkbûna salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 100 rojnamevan û siyasetmedar li bajarê Amedê girtin. Di nava van rojnamevanên hatine girtin de "Ebdilrehman Gok, Kîbriye Evren û Semîhe Alankuş" û hevserokê Partiya Gelan a demokratîk li bajarê Amedê Mihemed Şerîf Camcî hene.

Em weke Yekîtiya Ragihandina Azad van siyasetên der heqê rojnamevanan û hewldanên bêdengkirinê wan bi tundî şermezar dikin.

Em bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî dikin ku zextê li desthilatdariya Tirkiyeyê bikin da ku evan destdirêjiyên ku pîvanên çapemeniya cîhanî binpê dike were rawestandin."

ANHA