Hewldanên Komîteya Tenduristiyê ya Girê Spî

Şêniyên kantona Girê Spî bi taybet li bajarok û navçeyên girêdayî kantonê bi hewcedariya navendên tenduristiyê ne. Ji ber ku tenê nexweşxaneyek li bajêr heye û ji ber dûrbûna gundan, şênî zehmetiyan dikişînin.

Hewldanên Komîteya Tenduristiyê ya Girê Spî
10 cotmeh, 2018   08:38

GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Pirsgirêka kêmasiya hejmarên navendên tenduristiyê ji berê de li herêmê hebû. Lê şênî bi hêvî ne ku Rêveberiya Xweser pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku ev pirsgirêk li gorî gotinên wan wek çavkaniya azarên wan e.

Kantona Girê Spî ji 2 navçeyan Eyn Îsa û Silûkê, tevî navenda bajêr ku wek navçe tê hesbandin û 7 bajarokan El-Cirin, El-Zîdî, El-Şirke, El-Hîşe, El-Xerze, Elî Baciliyê û Hemam Tirkmen pêk tê.

Tenê li navçeya Silûkê navendeke tenduristiyê û li bajarê Girê Spî nexweşxaneyek heye (Nexweşxaneya Niştîmanî).

Berê naxweşxaneyek li navçeya Eyn Îsa jî hebû lê ji Reqayê re hate veguhastin. Bi vê yekê navçe bê nexweşxane ma.

Ji ber wê şêniyên wan herêman neçar dimînin nexweşên xwe xwe bigihînin nexweşxaneya kantonê. Lê ji ber dûrbûnê û nebaşiya hindek rêyên wan herêman şênî gelek zehmetiyan dikişînin. Hin caran ev pirsgirêk dibe sedema mirina hin welatiyan.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ebd El-Merûf ê ji bajarokê El-Zîdî yê ku bi zêdetirî 40 km ji Girê Spî dûr e, got dema pêwîstiya nexweşekî bi nexweşxaneyê bi awayekî lezgîn hebe, gelek pirsgirêk rastî wan tên, ew jî ji ber tunebûna nexweşxane û navendan li herêmê ye.

Ebd wiha domand: "Nexweşxaneyeke taybet û navendeke tenduristiyê li navçeya Silûkê hene. Lê bajarokê El-Zîdî û El-Şirkê ji Silûkê pir dûr in. Ji ber wê, hin caran ji ber tunebûna erebeyan em zehmetiyan dikişînin."

Her wiha Ebd El-Merûf destnîşan kir ku nexweşxaneyên taybet gelek pere distînin û ew jî pirsgirêkeke din ji welatiyan re çêdike.

Di dawiyê de Ebd El-Merûf bang li rêxistinên tenduristiyê kir ku nexweşxaneyeke niştîmanî ji şêniyan re vekin.

Kantona Girê Spî gelek koçber bajarên cuda yên Sûriyeyê pêşwazî kirine. Li Kampa Eyn Îsa nêzî 13 hezar koçber hene. Lê ji ber kêmasiyên xebatên tenduristiyê li kampê koçber ji bo dermankirinê neçar dimînin berê xwe bidin kantonê.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê yê Kantona Girê Spî Elî Osman hindek çareserî ji me re parve kirin. Osman wiha got: "Em êşên welatiyan dizanin, ji ber wê me navendek li navçeya Silûkê vekir."

Osman wiha domand: "Di demeke nêz de em ê du navendên tenduristiyê li bajarokên ku dûrî navenda bajêr vekin. Ji bo gundên dûr em ê bi komînan re koordîne bikin da ku di rewşên tenduristiyê yên awarte de li beşa destwerdana lezgîn bigerin da ku xwe bigihînin wan herêman."

Her wiha Osman di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji ber ku şênî ji aliyê tenduristiyê ve xemsar in û dema nexweş dibin serdana navendan nakin, tenê li ser destê xwe dermanan dibînin, em ê li gorî plansaziyekê hemleyên zanakirina tenduristiyê bi rê ve bibin."

Osman destnîşan kir ku gelek rêxistinên tenduristiyê li herêmê hene lê tu alîkariyê pêşkêş nakin. Osman bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî kir ku ji bo başkirina beşê tenduristiyê alîkariyê pêşkêş bike.

(şx)

ANHA