Gundê El-Meraşde kilîta rizgarkirina bajarokê El-Sûsê ye

Gundê El-Meraşde yê dikeve rojhilatê çemê Firatê yê girêdayî bajarê Dêrazorê, girîngiya wê ya stratejîk ji bo şervanên QSD`ê heye. Bi rizgarkirina gund re deriyê rizgarkirina bajarokê El-Sûsê vedibe.

Gundê El-Meraşde kilîta rizgarkirina bajarokê El-Sûsê ye
10 cotmeh, 2018   08:25

EHMED SEMÎR / DÊRAZOR

Li gundê El-Meraşde beriya çend rojan di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar çêbûn. Gelo girîngiya wî gundî ji bo şervanên QSD`ê çi ye û çeteyên DAIŞ`ê li gund kîjan şêwazê bi kar tînin?

Gundê El-Meraşde di navbera gundê El-Sefafne û bajarokê El-Sûsê yên ku heta niha di bin dagirkeriya çeteyenên DAIŞ`ê de ye. Girîngiya wî gundî heye, ji ber ku derdora wê ji 3 aliyan ve ava çemê Firatê ye. Di aliyê rêveberî de ew gund girêdayî bajarokê El-Sûsê yê girêdayî herêma El-Bûkemalê ye.

Çeteyên DAIŞ`ê li wê herêmê gelek caran ji aliyê şervanên QSD`ê ve ketin çemberê.

Serçeteyên DAIŞ`ê li wê herêmê ku piraniya wan biyanî ne, li wir  kom dibin. Li gundê El-Meraşde û herêmên di bin serweriya wan de şêwaz û taktîkên leşkerî bi kar tînin da ku pêşketinên şervanan asteng bikin.

Ew herêm nêzî çemê Firatê ye. Zevî, dar  û malên sivîlan li wê derê zêde ne, ev yek alîkariya çeteyan dike ku bi awayekî veşartî tev bigerin. Her wiha çeteyan bi awayekî zêde mayin li wê derê çandine da ku li pêşiya şervanan bibin asteng.

Girîngiya gundê El-Meraşde ji bo şervanên QSD`ê heye. Ji ber ku heger gund ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin, bi vê yekê şervan kilîta rizgarkirina bajarokê El-Sûsê bi dest dixin.

Şervanên QSD`ê şêwaz û taktîkên çeteyên DAIŞ`ê keşf kirine, ji ber wê bi bi hişyariyeke pir mezin di hundirê gund de tev digerin da ku xwe ji mayinên çeteyan biparêzin.

Li wê derê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer çêdibe. Şervan bi pêşve  diçin. Di wî şerî de bi dehan çete hatin kuştin. Gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Her wiha şervanan depoyek ku tê de madeyên teqemenî û top dihatin çêkirin, girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandariya Giştî ya QSD`ê di 11`ê Îlonê de pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê bi armanca tunekirina çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê çemê Firatê dest pê kir. Hemle bi hemû hêza xwe didome.

(bx)

ANHA