Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Komên çekdar ên li Idlibê vekişandina çekên xwe yên giran ji devera bê çek ber bi dawiyê ve dibin. Der barê astengkirina komîteya destûrî Enqere û Mosko hevûdu tewanbar dikin. Mosko dibêje ku Enqere hewl dide demeke dirêjtir beriya avakirina komîteya destûrî werbigire.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
10 cotmeh, 2018   08:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Rojnameyan behsa xebatên pêkanîna hevpeyaman Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de kirin. Rojnameyan her wiha bal kişandin ser daxuyaniya Îsraîlê ya der barê Colanê de û behsa xebatên avakirina hikûmeta Îraqê û zextên li ser serokwezîr kirin. rojnameyan dane zanîn ku Erdogan dijberiya xwe li hemberî Kurdan zêde dike û diyar kriin ku Qeterî û Îranî berava Bosfor dikirin.

Şerq El-Ewsat: Natanyaho banga erêkirina wergirtina Colanê ji civaka navnetewî dike

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên Sûriyeyê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser daxuyaniya serokwezîrê Îsraîlê ya der barê Colanê de. Rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho wiha gotiye: "Herêma Colanê dê di bin serweriya Îsraîlê de bimîne da ku ewlehiya wê were parastin û ji civaka navnetewî xwest ku wergirtina wê ya Colanê erê bikin û rewşa heyî nas bikin." Natanyaho di gera xwe ya li baregehên leşkerî û ewlehî û niştecîbûnan ên li Colanê de ev daxuyaniya xwe da ku di vê gera xwe de beşdarî merasîmeke avakirina perestgeheke Cihûyan li Colanê bû. Natanyaho behsa deverên rojhilatê Colanê kir û wiha got: "li paş van deveran ango li aliyê Sûriyeyê hovîtiyeke bê sînor tê meşandin û Îran hewl dide li van deveran bi cih bibe.  Îsraîl ne pêkan e vê yekê paşguh bike û dest ji pêdiviyên xwe yên li van deveran berde. Ji bo lihevkirineke siyasî bi Sûriyeyê re pêk were Îsraîl peywendiyan red nake. Lê israr dike ku hemû alî berjewendiyên Îsraîlê yên ewlehî û girêdanên wê yên dîrokî di navbera cihû û cihûtiyê de di ber çavan re derbas bikin."

Rojnameyê girêdayî mijareke din wiha got: "devera bê-çek a li derdora Idlibê êdî hema ji çekên giran vala bûye û tabûrên opozîsyonê beşê herî mezin jê vekişand beriya ku muhleta ku li gorî hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê hatiye dayîn û ev yek ji aliyê Enqereyê ve hate piştrastkirin."

El-Heyat: Mosko ditirse ku "terorîst" ji Idlibê belav bibin

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku Mosko bilezkirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê red dike û hişyarî dan ku dibe terorîst ji Idlibê belav bibin. Hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de derbasî qonaxa herî dijwar dibe, piştî ku tabûrên çekdar çekên xwe yên giran vekişînin.

Rojnameyê diyar kir ku fermandarekî artêşa Azad guman dike ku gavên pêş ên hevpeymanê pêk werin lê dê gelekî dijwar bin, nemaze ji ber ku Tirk û tabûrên ku ji hevpeymanê dudilî ne nerm tevgeriyan, êdî herêmê tengtir bûye û hebûna Tirkiyeyê zêde bûye. Her wiha destnîşan kir ku Heyet Tehrîr El-Şam bêyî ku fermî ragihîne hevpeymanê pêk tîne.

Li rex metirsiyên belavbûna terorîstan li derveyî Idlibê, cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Oleg Seromolotov ragihand ku yek ji peywirên herî dijwar rêgirtina li pêşiya vegera terorîstan li Rojhilata Navîn e û bi taybet li Sûriye û Îraqê û hişyarî da ku terorîst berê xwe didin Ewropa û ji wê bi riya Ukraniya û Bîlarusya derbasî Rûsyayê dibin.

Rojnameyê da zanîn ku berdewama geşedanên der barê avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov wiha got: "Sedemeke bilezkirina vê çalakiyê tune ye." Çavkaniyekî opozîsyona Sûriyeyê jî diyar kir ku Rûsya hewl dide demdirêjiyekê bi dest xwe ve bîne beriya ku komîteya destûrî tê avakirin û guman kir ku dê astengiyên xwe di lêhûrbûnan de berdewam bikin.

El-Ereb: El-Esed kesên ji leşkertiyê reviyane efû kirin da ku ji koçberiyê vegerin

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Ereb behsa biryara Efûyê ya serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed kir û got ku kesên ji leşkertiyê reviyane hatine efûkirin û çend meh diyar kirine da ku xwe radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin an jî dê rastî cezayan werin. Nemze yek ji astengî û sedemên sereke ya li pêşiya vegera koçberan e.

Rojnameyê diyar kir ku ev gava nû di çarçoveya daxwazên Rûsyayê de ye da ku rê li pêşiya vegera koçberan veke.

Îraq

Girêdayî mijarên Îraqê de rojnameya El-Heyat behsa xebatên piştî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Partiyên Kurdî daxwaza lêkolînê der barê sextekirina hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de dikin".

Rojnameya El-Ereb jî behsa zextên li ser serokwezîrê Îraqê kir û maşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şerê çanteyên wezaretên sereke avakirina hikûmetê asteng dike".

Amerîka

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa istîfaya şandeya Amerîka Nikki Halay ya li Netewên Yekbûyî kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şandeya Amerîka ya Netewên Yekbûyî ji nuşka ve xwe istîfa kir".

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de rojnameya El-Heyat behsa dosya girêdesta sedsalê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebas ji Merkêl re piştrast dike ku dê li gorî danûstandinan bi sponseriya navnetewî tevbigere".

Tirkiye

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb behsa hemleya girtinê ya hikûmeta serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Erdogan hemleya xwe ya girtinan der heqê Kurdan de zêde dike". Rojnameyê diyar kir ku Asayîşa Tirkiyeyê di daxuyaniyeke xwe de diyar kiriye ku 90 kes ji 151 kesên hatine tewanbarkirin girtine û bi endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine tewanbarkirin.

Girêdayî mijareke din a Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Qeterî û Îranî ji daketina lîreyê sûd werdigirin û beravên Bosfor dikirin.