HPG`ê nasnameya şehîdên 21`ê Adarê aşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayan ku 21'ê Adara 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, aşkere kir.

HPG`ê nasnameya şehîdên 21`ê Adarê aşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdên 21`ê Adarê aşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdên 21`ê Adarê aşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdên 21`ê Adarê aşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdên 21`ê Adarê aşkere kir
10 cotmeh, 2018   07:52

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihnadin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 gerîlayên şehîd aşkere kir, ku 21'ê Adara 2018'an li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn.

Daxuyaniya HPG'ê ya têkildarî şehîdan wiha ye;

"Gelê Kurdistanê di dîrokê de her dema ku li dijî dagirkeriyê serî hildaye, bi giyanekî berxwedêr, bi hezkirina azadiyê û niştiman mirovên leheng ku xwe fedayî gelê xwe kirine, ji hembêza xwe vejandiye. Têkoşîna van mirovên leheng û berxwedaniya ku kirin, îro têkoşîna azadiyê ya gelê me anîne ber serkeftinê û gelê me jî li dor Rêbertî û şehîdan bi hişkî bi hev ve girêdaye.

Em şehîdên xwe yên ku bi dirûşma Rêbertiya Azad û Kurdistana azad bi rê ketin û di destkeftiyên pêvajoya dîrokî de xwedî rolên mezin in, bi bîr tînin, em bibîranîna hevrêyên xwe Çekdar, Dijwar, Kerem û Nûdem ku 21'ê Adara 2018'an, di bombebaran artêşa dagirker a TC'ê de, ya bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne, ji bo xwe mîna peywirê dibînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Çekdar Kerboranî

Nav û Paşnav: Kazim Çelebî

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik - Bav: Şirîn - Yûsûf

Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an

*****

Nasnav: Dijwar Zerdeşt

Nav û Paşnav: Abdullah Salman

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik - Bav: Hatîce - Mahmût

Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an

*****

Nasnav: Kerem Huseyîn

Nav û Paşnav: Hesen Îmam

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayik - Bav: Emîne – Azedîn

Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an

*****

Nasnav: Nûdem Penaber

Nav û Paşnav: Nûdem Tûrgût

Cihê Jidayikbûnê: Nînova

Navê Dayik - Bav: Beyaz - Mahîr

Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an

Her çar hevrêyên me jî ji bo azadî û jiyaneke birûmet, ji bo gelê me li dijî hêzên dagirker biparêzin di nav refên gerîla de tevlî nav karwanên şehîdan bûne. Di serî de malbatên hêja ên çar hevrêyên me, serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em sond dixwin ku di şexsê hevrêyên me yên şehîde em ê Têkoşîna Azadiya Kurd bi serfiraziyê tacîdar bikin û em careke dî şehîdên xwe bi bîr tînin."