Ji bo şopandina rewşên jinên kampê komîte tê avakirin

Di civînekê ji jinên li kampên Şehbayê re hate lidarxistin, biryara avakirina komîteyeke hate girtin. Ev komîte dê rewşa jinên li kampan bişopîne û pirsgirêkên wan çareser bike.

Ji bo şopandina rewşên jinên kampê komîte tê avakirin
9 cotmeh, 2018   13:46

EFRÎN

Kongreya Star a Kantona Şehbayê bi armanca avakirina komîteyekê ji bo şopandina rewşa jinên li kampên Şehbayê civîneke li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Rêveber a Kongreya Star a Kantona Efrînê Eyşe Xezne axivî û diyar kir ku jinên li kampên Şehbayê di şert û mercên zehmet de bi hev re dibin hevkar û rihê jiyaneke koolektîf afirandine.

Eyşe tekezî li ser girîngiya ku jin xwe perwerde bike da ku xwe ji zihniyeta baviksalarî re biparêze kir kir û heqîqeta jinê û rola wê di civakê de nas bikin.

Li aliyekî din, endama Koodînesyona Kongreya Star Hêvî Silêman axivî û got ku Kongreya Star roleke pir girîng di alîkariya hemû jinan de dileyzîn.

Hêvî diyar kir ku armanca civînê ew e ku rewşa jinan nas bike û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Di nîqaşên di civînê de hatin kirin, biryar hate girtin ku komîteyeke ji 2 an 3 jinan  ji bo şopandina rewşa jinên kampê were avakirin. Komîte dê di rojên pêş de were avakirin.

(jo)

ANHA