‘Armanca komployê çewsandina gelê Kurd e‘

Rêvebera Kongreya Star a kantona Hesekê Peyman Cûdî anî ziman ku armanca komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çewsandina gelê Kurd e

‘Armanca komployê çewsandina gelê Kurd e‘
9 cotmeh, 2018   13:27

GIRÊ SPÎ

Rêxistina Kongreya Star a kantona Girê Spî têkildarî salvegera 20‘an a komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke li dar xist.

Civîn li avahiya Mala Gel a bajarê bi beşdarbûna endamên jin ên saziyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Rêvebera Kongreya Star Peyman Cûdî di civînê de komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şîrove kir ku sala 1998‘an ji Sûriyeyê hate derxistin û di sala 1999‘an bi girtinê bi encam bû, ta bi tecrîdkirina wî.

Cûdî her wiha anî ziman ku armanca komployê têkbirina tevgera rizgariya Kurdistanê û çewisandina gelê Kurd e.

Peyman got, hêzên komploger komploya li hemberî Ocalan pêk anîn ji ber ku ramenê Ocalan rêya azadiyê û xilasbûna ku pergalên desthilatdar nîşan dide, ku ev ramanê ne li gorî berjewendiyên wan welatan e.

ANHA