Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Mafê me ye em tedbîrên parastinê bigirin

Fermanadariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî gefên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser Minbicê got, mafê meclisê ye tedbîrên parastinê bigire.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Mafê me ye em tedbîrên parastinê bigirin
9 cotmeh, 2018   14:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê gefxwarinên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser Minbicê û buhaniyên wê ku "Meclisa Leşkerî ya Minbicê bendan ava dike" daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di demên dawîn de rayedarên dewleta Tirk daxuyanî dan, tê de êrîşî hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir ku xendeq û bendan ava dike.

Bajarê Minbicê rexmê hemû hewldanên hêzên dijber di nava aramiyê û îstiqrarê de ye. Ji roja yekem a rizgarkirina bajarê Minbicê ji rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê em hemû ked da ku aramî û ewlehiyê pêk bînin, her wiha me hemû tedbîrên ewlekariyê girtin da ku rê li ber êrîşên rêxistinên terorîst bigirin. Hêza me bû cihê bîr û baweriya welatiyan, ku bi hezaran kes vegeriyan gund û bajarokên xwe."

Fermandariyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Rêveberiya Sivîl hemû tedbîran parastinê, li hemû rêyên derketina û ketina bajarê girtin û got, "Mafê me ye em herêma xwe biparêzên û tedbîran bigirin."

Fermanadariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bal kişand li ser lêkirina dîwar li dirêjahiya xeta sînor û got: "Yên ku xelkê bi lêkirina dîwaran dorpêç dike, ne mafê wê ye ku qala bajarekê bi ewle li derveyî welatê xwe bike."