QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawîn aşkera kir: 6 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di 24 seatên dawîn ên qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de 6 çete hatine kuştin û miqdareke çek û cebilxane ketin destê hêzên wan.

QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawîn aşkera kir: 6 çete hatin kuştin
9 cotmeh, 2018   12:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şerê 24 saetên dawîn ên qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê ya "Şerê Tunekirina Terorê" aşkera kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 seatan de 6 çete hatine kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

Eniya Baxoz

Şervanên me li hemberî noqteyên terorîstan çalakiyek li dar xist. Di encamê de hejmareke terorîst hatin kuştin, her wiha windahiyên madî yên çeteyan çêbûn. Terorîstan ji xwezaya herêmê ku dar lê pir in, sûd wergirt û êrîşeke dijber pêk anî û xwestin di nav daran re êrîşî şervanên me bikin. Dema gihaştin nêzî noqteyên şervanên me, şervanan êrîş şikand. Paşê di navbera hêzên me û wan de şerên giran derketin, dîsa jî hejmarek ji wan hate kuştin. Ji ber mayin û xwezaya herêmê me agahî der barê kuştiyên wan de bi dest nexistin.

Balafirên koalîsyonê tuneleke ku terorîstan bi kar dianî, rûxand, lê nehate zanîn bê ka çete di tunelê de hebûn an na.

Di saetên şevê de, tevgereke terorîstan tevî gelek alavên wan li derdora gundê El-Murşidê hebû. Li ser vê yekê hêzên koalîsyonê ew dever bi topan kir hedef. Di xebatên paqijkirina gundê El-Murşidê de şervanên me miqdarek çek û cebilxane dîtin.

Eniya Hecîn

Şerên giran di navbera şervanên me û çeteyan de li vê eniyê rû dan. Şervanên me li vir bi pêş de çûn. Di şerê li vir de hejmarek çete hatin kuştin û windahiyên wan ên madî çêbûn.

Bîlançoya şer

- 6 çete hatin kuştin.

 -Balafirên koalîsyona 4 caran, di nav de 3 bi fuzên Haymerz, êrîş pêk anîn.

- Tunelek û baregeheke terorîstan hatin rûxandin.

- Topek hewan û hejmarek heşweyên wê, topek fûzeya germî ketin destê şervanan.

(bb)

ANHA