'Ocalan bi fikr û felsefeya xwe komplo têk bir'

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê beşdarî meşa şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmeha bûn û azadiya Ocalan xwest.

'Ocalan bi fikr û felsefeya xwe komplo têk bir'
'Ocalan bi fikr û felsefeya xwe komplo têk bir'
'Ocalan bi fikr û felsefeya xwe komplo têk bir'
'Ocalan bi fikr û felsefeya xwe komplo têk bir'
'Ocalan bi fikr û felsefeya xwe komplo têk bir'
'Ocalan bi fikr û felsefeya xwe komplo têk bir'
'Ocalan bi fikr û felsefeya xwe komplo têk bir'
9 cotmeh, 2018   12:35

HESEKÊ

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê îro daketin qadan û bi meşeke girseyî bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Hesekê, rêveberî û endamên saziyên sivîl û şandeyek ji meclisa herêma Cizîrê, Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir.

Welatî li çerxerêya Sênalko ya li taxa Til Hecer kom bûn û wêneyên Ocalan û pankartên ku bi zimanê kurdî, erebî û suryanî nivîsa "Em soz didin ku em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û rêberê xwe azad bikin, Azadî ji bo Rêber Apo” vekirin.

Meş ji çerxerêya Sênalko dest pê kir û di kolana sereke re li taxa Kelasê dewam kir û li Qada Şehîdên Suryan a li taxa Nasira veguherî mîtîngê. Li wir mîtîng bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê hevseroka kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û wiha got: "Rêberê me Ocalan bi komployeke navneteweyî ku gelek dewlet tê de beşdar bûn, hate girtin. Ji ber ku Ocalan rêya hemû gelên herêmê ronî dike."

Semer li ser rola Ocalan di azadiya jinan de axivî û da zanîn ku Ocalan rêberê yekemîn e ku di cîhanê de ji bo azadiya jinan tê koşiya. Semer diyar kir ku ew wek gelên herêmê heta azadkirina Ocalan dê tê bikoşin.

Li aliyekî din hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdullkerîm Sarûxan destnîşan kir ku Ocalan bi fikr û felsefeya xwe zindan xist cihê zanist û ramanên azad û bi fikr û felsefeya xwe komplo pûç kir. Sarûxan wiha got: “Ocalan bi awayekî fizîkî dibe ku girtî be, lê belê felsefe û fikra wî azad e û di nava me de her zindî ye. Kombûna me bi hemû pêkhate û olan li vê derê delîlê vê yekê ye.”

Mitîng bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

(jo)

ANHA