Gelê herêma Dêrikê ji bo Ocalan li qadan bûn

Gelê herêma Dêrikê li navçeya Girkê Legê komploya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Gelê herêma Dêrikê ji bo Ocalan li qadan bûn
Gelê herêma Dêrikê ji bo Ocalan li qadan bûn
Gelê herêma Dêrikê ji bo Ocalan li qadan bûn
9 cotmeh, 2018   12:15

QAMIŞLO

Bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi hezaran welatiyên herêma Dêrik”Girkê Legê,Çilaxa” îro li qadan bûn û Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera wê ya 20‘an de şermezar kir.

Meş ji Qada Şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê ber bi navenda navçeyê ve dest pê kir. Di wê navberê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê, şermezarkirina komplo û tecrîdê dihatin avêtin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn vekirin û pankartên bi nivîsên "Têkoşîna gelan dê Komploya 9‘ê Cotmehê têk bibe,  bi têkoşînê em ê komployê pûç bikin û bi îrade û rêxistina gelê şoreşger em Efrînê rizgar bikin û azadiya rêber Apo mîsoger bikin" hatin vekirin.

Meş li navenda navçeya Girkê Legê veguhrî mîtîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekê rêz hate girtin. Paşê rêvebera Kongreya Star Dalya Henan axaftinek kir. Dalya di axaftina xwe de Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir û diyar kir ku armanca komployê şikandina îradeya gelê Kurd û têkbirina ramanên Ocalan e ku banga azadiya hemû gelan dike.

Dalya anî ziman ku komplo berdewam e, delîla vê yekê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve ye û tekez kir ku têkoşîna gelê Kurd dê hemû komployan pûç bike.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen jî axivî. Hesen di destpêka axaftina xwe de hemû cangoriyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi bîr anîn û wiha domand: "Abdullah Ocalan wekî rojê rêya gelên Rojhilata Navîn ronî kir, lewre hêzên komploger di 9‘ê Cotmehê de ew kirin hedef, niha jî li hemberî wî tecrîdeke girankirî ferz kirine."

Çalakî bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA