Li Til Temirê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin-HATE NÛKIRIN

Gelê Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temir bi meşek girseyî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir. Hevserokê Giştî yê TEV-DEM’ê Xerib Hiso ku di meşê axivî diyar kir ku komloya 9’ê Cotmehê binpêkirina herî mezin a mafê mirovan ku di sedsala 21’emîn de pêk hatiye.

Li Til Temirê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin-HATE NÛKIRIN
Li Til Temirê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin-HATE NÛKIRIN
Li Til Temirê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin-HATE NÛKIRIN
Li Til Temirê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin-HATE NÛKIRIN
Li Til Temirê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin-HATE NÛKIRIN
9 cotmeh, 2018   11:31

HESEKÊ

Gelê Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temir ên girêdayî kantona Hesekê bi meşek girseyî komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Meş li bajarê Til Temir pêk hat. Meş ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir destpê kir, heta Stada Şehîd Bilind berdewam kir. Di meşê de posterên Ocalan û alên YPG/YPJ hatin hildan. Heman demê de parkartên “Bimre hêzên komploger, bijî berxwedana Îmralî”, “Sonda me emê pergala Îmralî parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn” hatin hildan û heta Stada Şehîd Bilind druşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi tere ne Ocalan” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Piştî ku gel gihişt Stadê, rêzgirtin ji giyanê şehîdan re hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Polat axivî. Zeynep di serî de xêrhatina gelê hazir kir û diyar kir ku ew di 20’emîn salvegera komloya 9’ê Cotmehê de, destpêkê dewleta Tirk a dagirker û hêzên navnetewî yên beşdarî komloyê bûyîne şermezar dikin.

Zeyneb destnîşan kir ku dê ev gel sîstema Îmralî bişkîne û wiha axivî: “Îro di berdewamiya vê komployê de dewleta dagirker li herçar parçeyên Kurdistanê êrîşî gelê Kurd dike. Lê bila baş bizanin tu car nikarin vîna gelê Kurd bişkînin. Ji ber her roj dibêjin em ê ve tevgerê têk bibin lê her roja diçe ev tevger bihêztir û berfirehtir dike.”

Zeyneb da zanîn êrîşkirina destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava berdewamiya vê komployê ye û wiha pêde çû: “Êrîşkirina Efrînê, êrîşkirina Başûrê Kurdistanê berdewamiya vê komployê ye. Lê li hemberî vê komployê li berxwe didin.”

‘Azadkirina Serok Apo, azadkirina gelên Rojhilata Navîn e’

Piştî axaftina Zeyneb, Hevserokê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Xerib Hiso axivî. Hiso diyar kir ku ev komloya navnetewî ne tenê li ser şexsê Ocalan e û wiha got: “Xwestin şexsê Ocalan de vîna gelê Kurd bişkînin. Ev komploya ku di gel Tirkiye yê hemû dewletên navnetewî beşdar bûn, binpêkirina mafê mirovan a herî mezin di sedsala 21’emîn de ye. Ji ber ku ev komplo li ser kesek ku banga aştî, azadî, wekhevî û mafê gelek di bin koletî û bindestiyê de kir. Wan xwest gel û serokê wan ji hev dur bikin, lê bi berxwedana Îmralî ev komplo bi serneket.”

Hiso destnîşankir ku rizgakirina Rêber Apo rizgarkirina hemû civakê ye û wiha pêde çû: “Ev komplo ya li ser Serok Apo li ser hemû gelên Rojhilata Navîn e, ji ber ku dixwazin li ser destkeftiyên Rojhiata Navîn desthilatdariya xwe bidin meşandin. Dema Mandêla rizgar bû civaka Afrîqa rizgar bû. Lê dema Serok Apo rizgar bibe dê Rojhilata Navîn tevahî rizgar bibe. Ji ber ku ew ji bo azadiya hemû gelên bindest tekoşîn dike.”

Piştî axaftinan Helbestvan Feremez Hiso helbesta Meydana Çarçira xwend û mitîng bi dirûşmeya“Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA