'Heta azadiya Ocalan û Efrînê em ê tê bikoşin'

Kongreya Star a navçeya Fafînê li kantona Şehbayê destnîşan kir ku dê heta rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê, tê bikoşin.

'Heta azadiya Ocalan û Efrînê em ê tê bikoşin'
'Heta azadiya Ocalan û Efrînê em ê tê bikoşin'
9 cotmeh, 2018   11:08

ŞEHBA

Kongreya Star a navçeya Fafînê li kantona Şehbayê der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û Komploya Navneteweyî şermezar kir.

Daxuyanî li parka gundê Ehdas ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Roşîn Şêxo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve gelê Kurd xeta sêyemîn ku ji projeya rêber Apo ye, avakirina kesayeteke azad li Rojava û avakirina saziyên sivîl û leşkerî ku sîstema neteweya demokratîk û azadiya jinan li rûyê erdê pêk were, hilbijart.

Vê yekê hişt ku Rojava ji aliyê dewletên kapîtalîst û herêmî ve bikeve ber xetereyê û dest bi êrîşan li ser herêmên rizgarkirî kirin. Ji wê dixwestin êrîşî ramanên Ocalan bikin û herî dawî dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî kantona Efrînê kirin û demografyaya herêmê didin guhartin û berdewamkirina tecrîda li ser rêberê mirovatiyê rêber Ocalan di Îmraliyê de û nehiştin rêxistin û hiqûqnas serdana wî bikin.

Em wek Kongreya Star Komploya Navneteweyî ya der heqê rêber Ocalan de şermezar dikin, gelek dewletên kapîtalîst îtifaq kirin û Ocalan girtin. Ji ber tecrîdê, niha jî di rewşeke nenas de dijî.

Em wek jin heta gihaştina azadiya rêber Apo ku bi ramanên xwe rêya jinan ronî kir û rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyeyê, em ê tê bikoşin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(jo)

ANHA