Şandeya jinên enternasyonalîst ji bo 9`ê Cotmehê daxuyanî da

Şandeya jinên enternasyonalîst bi hevkariya Kongreya Star li Qada Jina Azad a Kobanê ji bo Efrînê daxuyaniyek da.

Şandeya jinên enternasyonalîst ji bo 9`ê Cotmehê daxuyanî da
9 cotmeh, 2018   11:49

KOBANÊ

Şandeya jinên enternasyonalîst, jinên Rêveberiya Xweser û hemû jinên saziyên sivîl li Qada Jina Azad a Kobanê kom bûn û daxuyaniyek der barê piştgiriya Efrînê û şermezarkirina Komploya Navneteweyî de da.

Daxuyanî wiha ye:

“Wek endamên Jineolojî Cihanî tev dayik û jinên ji welatên cuda em Komploya Navneteweyî şermezar dikin. Ev komplo beriya 20 salan di 9’ Cotmehê de bi êrîşên hêzên navdewletî li hemberî rêber Apo dest pê kiriye û heta roja îro bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, bi dagirkeriya Efrînê, bi tecrîd û îşkenceya ku li hemberî rêber Apo li Îmraliyê tê meşandin, berdewam dike.

Îro em ji bajarê Kobanê ku bûye sembola berxwedana dîrokî ya jinan û mirovahiyê, em silavan li gelê Efrînê û tevahî berxwedêrên azadiyê dikin ku li hemberî tecrîd, êrîş û dagirkeriyê tê bikoşin.

Silogana me "Amargî ji bo Efrînê" ye, peyva "amargî" bi zimanê sumerî ye û tê wateya "azadî" hem jî "vegerîna dayikê". Em azadî û aştiyê ji bo hemû gelên herêmê dixwazin. Em bang li tevahî jin û gelan dikin ku têkoşîna xwe bilind dikin, ji bo dayik û hemû gelê Efrînê bi ewlekarî bikarin vegerin axa xwe ya azad.

Di dîroka kevnar a Rojava û Bakurê Sûriyeyê de çanda jin wekî  serdema xwedewend hat jiyankirin. Jin rolekî girîng ji bo pêşxistina jiyan û aboriya komînal de lîstin. Vê demê ferq û cûdatiya mirovan ne wekê çavkaniyê nefret û kîn dihat dîtin, lê wekê dewlemendî. Lê bi binpêkirina çanda dayikan û perçiqandina jinê bûn sedemên şer, desthilatdarî û xwînxwariyê.

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jin û dayik bi keda xwe jiyan û civakê ji nû ve ava dikin û ji bo parastina civaka xwe li dijî êrîşên çete û dagirkeran rabûn. Dayikên Efrînê li hemberî êrîşên qirkirinê û destdirêjiya dewleta Tirk li ber xwe da. Ew heta îro li dijî kuştin, revandin, tecawiz û îşkenceyê têkoşîneke bi dil û biryar dimeşînin. Wekî hemû dayikên tevahiya cîhanê ew dixwazin zarokên wan li ser axa xwe di nav azadî û edaletê de bi rûmet bikaribin bijîn.

Berxwedana jinên Kobanê û Efrînê ji tevahî jinên cîhanê re bûye mînak. Ruxmî ku ew qas şer û rûxandin li Rojava pêk dihat, jin hêviya pêşeroja azad ava dikin ji ber vê yekê jî, enternasyonalîstên ji çar aliyên cîhanê berê xwe da Rojava û tev li avakirin û parastina xweseriya demokratîk dibin.

Bi hemleya navneteweyî ya "Jin rabin ser pêyan ji bo Efrînê" pirên nû yên hevgirtinê di cîhanê de hatin avakirin, li ser vê bangê em ê tekoşîna azadiyê li hemberî faşîzmê bilind bikin.

Em bang li jin û dayikên cîhanê dikin; rabin ser piyan, dengê xwe bilind bikin, em ê bi hev re civakeke demokratîk û ekolojîk li ser bingeha azadiya jinan biafirînin!

Xwişkatî û hevgirtina me hemû sînoran derbas dike!

An amargî an amargî!”

(ekîb)

ANHA