YPG: Li Efrînê 4 çete hatin kuştin

YPG`ê da zanîn ku di encama çalakiya hêzên  wan li Efrînê de 4 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin

YPG: Li Efrînê 4 çete hatin kuştin
9 cotmeh, 2018   10:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hêzên wan çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

YPG`ê destnîşan kir ku di 7’ê Cotmehê de li gundê Meryemînê ya navçeya Şera li dijî baregeheke komên çeteyên Cebhet El-Şamiye yekîneyek wan  çalakiyeke lidar xistiye, di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

(kc)